Nasnameya polîsê Berkîn qetil kir
Nasnameya polîsê Berkîn Elvan qetil kir hat eşkerekirin.
Nasnameya polîsê Berkîn Elvan qetil kir hat eşkerekirin.
Hat hînbûn, polîsê di dema Berxwedana Gezî de bi kapsula gazê Berkîn Elvan qetil kir, Emîn Y. ye.
Rojnameya Cûmhûriyetê, îfadeya polîs Emîn Y. ê ku di 9'ê Adarê de li Buroya Sûcên Karmendan a Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da, weşand. Emîn Y. di îfadeya xwe de got, "Roja bûyerê nayê bîra min. Ji ber ku di wê demê de ji ber Bûyerên Gezî min li gelek deveran wezîfe kir."