Li Mêrdînê 6 cenaze dîsa hatin teşxîskirin.
Kesên ku ji aliyê hezên dewleta Tirk ve li Hezexê hatibûn qetilkirin û piştre şandibûn Mêrdînê, nasnameya 6 ji van cenazeyan hate teşxiskirin.
Kesên ku ji aliyê hezên dewleta Tirk ve li Hezexê hatibûn qetilkirin û piştre şandibûn Mêrdînê, nasnameya 6 ji van cenazeyan hate teşxiskirin.
Karên otopsî û teşxîstirina kesên ku li navçeya Hezex a Şirnexê ji aliyê hezên dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê berdewam dike. Niha 31 cenazeyên ku li Morgê ne, 6 ji wan hatine teşxîskirin. Hate îdîakirin ku cenazeyên hatine teşxîskirin ên Mete Agir, Ahmet Varli, Servet Yildiz, Sozdar Gazyak, Okan Emektar û Şevkî Geldîsoze ne.
Malbatan cenaze wergirtin û ji bo definkirinê cenazeyê Emektar wê bibin Amedê, cenazê Geldîsozu wê bibin navçeya Misircê ya Sêrtê. Cenazeyên Agir, Varli, Yildiz û Gazyak jî wê piştî kar û barên fermî radestî malbata bikin û bişînin navçeya Hezexê.
25 cenazeyên ku li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê jî hê nehatine teşxîskirin.