Li Luksembûrgê konferansa 'jiyan ji bo Kobanê' hat lidarxistin
Heyeta ji Rojavayê Kurdistanê ku ev demeke li Luksembûrgê hevdîtinan dike, di konferansekê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û çareseriya pirsgirêka li Sûriyeyê vegot.
Heyeta ji Rojavayê Kurdistanê ku ev demeke li Luksembûrgê hevdîtinan dike, di konferansekê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û çareseriya pirsgirêka li Sûriyeyê vegot.
Konferans li salona şano ya navbera a Luksembûrgê 'Theatre de casemates' pêk hat û ji heyeta Rojava ya li Ewropayê hevdîtinan dike Serokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer, ji Berpirsyarên Têkiliyên Derve yên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Îman Derwîş û ji Berdevkên YPJ'ê Nesrîn Abdullah beşdar bûn.
Di konferansa bi serenavê "Jiyan ji bo Kobanê" de ji Fransa û Luksembûrgê zêdeyî 100 siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û hunermend jî amade bûn.
Konferans bi axaftina vekirinê ya rojnamevan nivîskar Klod Fîrozonî destpê kir. Piştre endamê Desteya Rêveber a Partiya Sosyalîst a Fransayê Bertirand Mertîz ku di heman demê de parêzer, lêkolîner û dîroknas e mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser pirsgirêkên li Rojhilata Navîn. Mertîz weke rêya çareseriya van pirsgirêka işaret bi Konfederalîzma Demokratîk kir.
Li dû axaftina Mertîz, konferans bi pirsên beşdaran û bersivdayînê dewam kir. Endamên heyeta Rojava jî bal kişandin ser krîza li Sûriyeyê û rewşa li Rojava, têkoşîna li hemberî terorîzm û çeteyan, rola Kurdan bi taybetî jî ya jinên Kurd di vê têkoşîna li dijî terorîzmê de, nirxandin.
Konferansa ku danûstandinên Cenevre-3 jî lê hat nirxandin, bi qasî 2 saetan dewam kir û çapemeniya Luksembûrgê eleqeyeke taybet nîşan da.