Kordînasyona KJK'ê da xuyakirin, ku rêbaza bingehîn a desthilatdariyên faşîst li dijî têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan bi kar tînin; polîtîkaya tepisandina bi komkujiyan re ye. KJK'ê bibîr xist ku di komkujiya 12'ê Adara 1995'an a li Taxa Gazî ya li dijî Elewiyan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
KJK'ê bal kişand ser berxwedana li hemberî vê komkujiyê hat nîşandan û got, "Dewamiya sekna berxwedan û têkoşîna demokratîk a li taxa Gazî nîşan dide ku ev komkujî bi ser neketiye. Lewma taxa Gazî ji bo Stenbol û Tirkiykeyê navendeke berxwedan û azadiyê ye."
'KIRYARÊ KOMKUJIYAN DEWLET E'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku polîtîkayên qirkirinê yên hikûmeta AKP'ê û Erdogan îro li hemberî gelan, baweriyan û jinan dimeşîne, ji ya sala 1995'an cuda nîne û bêhtir wehşî ne.
KJK'ê da zanîn, zîhniğyeta îro li Cizîr, Silopiya, Hezex û Sûrê komkujiyan li gelê Kurd dike û ya li taxa Gazî komkujî kir, heman zîhniyet e û destnîşan kir, ku her çend kiryarên komkujiya taxa Gazî heta niha nehatibin eşkerekirin jî tê zanîn, ku tevî komkujiya Gazî kiryarên hemû komkujiyan dewlet bi xwe ye.
'PIRSGIRÊKÊN LI TIRKIYEYÊ BI MODELA NETEWEYA DEMOKRATÎK RE DIKARIN ÇARESER BIBIN'
Di dewama daxuyaniya KJK'ê de hat gotin: "Pirsgirêkê civakî yên li Tirkiyeyê, li ser bingeha demokratîkbûyîn û azadbûnê re bi modela neteweya demokratîk dikarin çareser bibin. Neteweya demokratîk modeleke ku hemû gel, mezheb, bawerî û jin xwe bi awayekî azad, wekhev û xwedî vîn lê temsîl bike ye. Modeleke ku azadiya jinê di nava azadiya civakî de weke rehekî bingehîn rolê dilîze ye. Modela xwerêveberiyê ne tenê ji bo gelê Kurd e. Divê ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê bê avakirin. Modela demokrasiya yekser e."
'BI AVAKIRINA JIYANA AZAD RE EM DIKARIN LAYIQÎ BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN GAZÎ BIBIN'
KJK'ê di salvegera 20. a komkujiya Gazî de ev bûyera hovane bi tundî şermezar kir û got, "Bersiva me ya li vê komkujiyê wê mezinkirina pêşengî û xeta jina azad û têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê be. Weke jin û gelên Tirkiyeyê, bi mezinkirin û xurtkirina têkoşîna hevpar û yekbûyî re, bi ji nû ve avakirina jiyana azad re em dikarin layiqî bîranîna şehîdên Gazî bibin."