Girtiyên sirgûnkirî di wesayîta rîngê de rastî şîdetê hatin
Ji girtîgehên Bakurê Kurdistanî sirgûnkirin didome. Hate hînbûn ku di wesayîtên rîngê de li ser girtiyan êrîşên fizîkî pêk hatine.
Ji girtîgehên Bakurê Kurdistanî sirgûnkirin didome. Hate hînbûn ku di wesayîtên rîngê de li ser girtiyan êrîşên fizîkî pêk hatine.
Dewleta ku fîrara 6 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa D a Amedê dike hincet, sirgûnkirina didomîne. Piştî 41 girtî hatin sirgûnkirin, beriya du rojan Dîren Yaşa û Ramazan Benîce jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Kandiraya Kocaelî kirin.
Her wiha êvara 6’ê Adarê dema 15 girtî ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê sirgûnî Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Trabzonê jî kirin, di wesayîta rîngê de derb kirin. Hate hînbûn ku rewşa Omer Kabûl, Dervîş Kilinç û Leşker Acar ji ber derbkirinê giran e.
‘TEVAHÎ GIRTÎ HATIN DERBKIRIN; ME NEBIRIN DOKTOR’
Girtî Sadik Aslan ê sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê hat kirin jî bi rêya telefonê agahî da malbata xwe. Aslan, anî ziman ku gardiyan ketin hucreyê û bi lêdanê ew ji hucreyê derxistin û li rîngê siwar kirin û sirgûn kirin. Aslan, da zanîn ku 3 rojan bi ringê çûn Trabzonê û di rê de rastî lêdanê hatin. Aslan, destnîşan kirin ku ti girtî neşandin doktor û ti girtiyan rapora lêdanê negirtine.
Girtiyên sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê hatin kirin wiha ne: Derviş Kilinç, Mesut Şengîl, Huseyin Bozkurt, Îsmet Koluman, Şaban Bugdayci, Leşker Acar, Sadik Aslan, Ahmet Zenger, Remzi Akyurek, Şehmus Çîngu, Haci Haykir, Hasan Olmez, Îlhan Şayli, Refik Eren û Omer Kabul.
Ji RÎZEYÊ JÎ 2 GIRTÎ HATIN SIRGÛNKIRIN
Ji Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê jî girtî Îbrahim Engîn û Huseyin Barsak sirgûnî Girtîgeha Tipa F a Boluyê hatin kirin.