Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo ji bo Altûn û Kaytan peyam şand

Eşîrên Sûnî û Baasiyên berê li Hewlêrê komeke nû ava kirin

Fermandarên berê yên rejîma Baas û lîderên eşîrên Sûnî duh li Hewlêrê li hev civiyan û di encama vê kombûnê de ragihandin ku wan di bin navê 'Koma Gel a Mûsilê' rêxistinbûyîneke nû ava kirine.

Fermandarên berê yên rejîma Baas û lîderên eşîrên Sûnî duh li Hewlêrê li hev civiyan û di encama vê kombûnê de ragihandin ku wan di bin navê 'Koma Gel a Mûsilê' rêxistinbûyîneke nû ava kirine. 

Ji bo sekreteriya vê koma nû Abdulkerîm El Ebîdî hat hilbijartin. El Ebîdî di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir, ku ew destekê didin koalîsyona bi pêşengiya Tirkiye û Erebîstana Siûdî hatiye avakirin. El Ebîdî îdîa kir ku ev koalîsyon ji bo qedandina 'terorîzm' a li Iraqê gaveke girîng e.