Bav û kurê ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin li Fransayê hatin bîranîn

Mehmet Sıddık Cark ê di sla 1992'an de li Îdirê hat qetilkirin û kurê wî Hikmet Car ê çen roj berê li Cizîrê hat qetilkirin, li bajarê Fransa Lorîentê hatin bîranîn.

Civîna bîranînê ji aliyê Amites Kurdes Bretegna, Alternatif Libertaire, Union Democratique Btretegna û Mouvement Pour La Paix' ve hat organîzekirin.

Di merasîma li salona Lanester Mediathèque de bal hat kişandin ser terora AKP'ê ya li Kurdistanê.

Di civînê de Mehmet Sıddık Cark ê di sala 1992'an de li Îdirê û kurê wî hîkmet Cark ê di 12'ê Sibata 2016'an de li Cizîrê ji aiyê dewletê ve hatin qetilkirin, hatin vegotin. Nûnerên komeleya Çanda Elewiyan a Morbîhan, dostên Fransayî û endamên malbata Cark amade bûn.

Rojnamevan Gael Le Hy li civînê axivî, çavdêriyên xwe yên li Kurdistanê vegot û destnîşan kir ku AKP li Kurdistanê talan û wêraniyê dike.

Li ser navê malbata Cark Sabrî Îdir jî têkoşîna bêeman a ciwanên li Cizîrê li hemberî bêrûmetiyê li ber xwe didin, nirxand. Sabrî Îdir da xuyakirin, ku Hikmet Cark di sala 2006'an de li Fransayê daxwaza penaberiyê kiriye, lê ev daxwaz hatiye redkirin û radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. Sabrî Îdir bibîr xist, ku Hikmet Cark ji doza 'KCK'ê hatibû darizandin.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser M. Sıddık û Hikmet Cark hat nîşandan. Serdanên sersaxiyê wê li Navenda Civaka Demokratîk a Amara ya li Rennesê îro bên qebûlkirin.

...