Girtiyên PKK û PAJK'î wê daxwaza çûyîna Îmraliyê bikin

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir, wan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a di meha Adarê de dabûn destpêkirin bi dawî kirine û dest bi çalakiyên cuda dikin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tên ragirtin, wê di mehên Nîsan û Gunalê de bixwazin sewqî Îmraliyê werin kirin.

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza qebûlkirina xwerêveberiyên gelê kurd îlan kiriye di destpêka meha Adarê de greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dabûn destpêkirin Denîz Kaya daxuyanî da. Bi destpêkirina çalakiyê de hikûmeta AKP'ê zextên xwe yên li girtîgeha zêde kirin û gelek girtiyên di grevê de sirgûnî girtîgehên cuda kirin.

Di daxuyaniya li sernavê Denîz Kaya hat weşandin de hat gotin, "Weke tê zanîn di Newroza 2013'an de bi pêvajoya ku Rêberê me ji raya giştî re eşkere kir ve pêvajoyake nû destpê kir. Rêberê me û tevgera me bi awayekî 'diyalog, muzakere û çareseriyê' nêzî pêvajoyê bûn. Lê hikûmeta AKP'ê weke pêvajoya tasfiyekirina tevgerê nêzîk bû. Li hemberî berxwedana Rêberê me, tevgera azadiyê û gelê me dema ku plana AKP'ê ya tasfiyeyê pûç bû, vê carê jî di 30'ê Cotmeha 2014'an de di bin navê 'Plana Têkbirinê' de konsepta êrîşê dan destpêkirin."

Kaya di daxuyaniyê de ragihand, ku bi şidandina tecrîda li ser Ocalan û destpêkirina êrîşên tinekirinê re hewl hat dayîn, serketina hilbjiartinên 7'ê Hezîranê û ragihandina xwerêveberiyan werin têkbirin û got, "Di nava 6 mehên dawî de AKP û hêzên dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe ve êrîşên faşîzan derxistin asta herî jor. Li Cizîr, Sûr, Farqîn, Dêrik, Nisêbîn, Gimgim, Silopiya, Hezex, Şirnex û Geverê bi berxwedaneke qehremanî weke gel û tevger ev konsept me pûç kir. Hamleya xwerêveberiyê ku bi şehadeta sedan hevrêyên me, koçberkirina bi deh hezaran mirovên me, xerakirin û hilweşandina bajarên me û bi girtina bi hezaran hevrêyen me pêş ket, bû navê rêbaza serketinê."

Kaya destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê li derve gelek tengav bûye, ji ber vê yekê bi awayekî tolhildanê nêzî girtîgehan dibe, bi êrîşên fîzîkî, xespkirina mafan û sirgûnan dixwaze qadên jiyanê yên girtiyan ji holê rake. Kaya da xuyakirin, ku li hemberî vê yekê wan greva birçûbên ya ku dane destpêkirin veguherandine çalakiyên cuda. 

Kaya di dewama daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: "Em weke girtiyên PKK û PAJK'ê li hemû qadan li dijî êrîşên faşîst li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin. Ji bilî berxwedana fîlî ya bi rûmet ji bo xwedîlêderketina li pêngava Rêberê me û tevgera me daye destpêkirin me berê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dabû destpêkirin. Beriya demekê bi daxuyaniyekê me ragihandibû ku pêvajoya çalakiyan veguherandiye. Lê bi qasî ku me fêm kiriye ev daxuyaniya me baş nehatiye fêmkirin. Ji bo zelalkirina helwesta girtiyên PKK û PAJK'ê me weşandina vê daxuyaniyê pêwîst dît.

Li gorî vê; Di destpêka meha Adarê de greva birçûbûnê ya bêdem û dorvger a ku me dabû destêpekirin em di dawî dikin. Di mehên Nîsan û Gulanê de hemû hevrêyên me, wê bixwazin sewqî Girava Îmraliyê cem Rêberê me bên kirin. Dîsa di mehên Nîsan û Gulanê de ji bo qebûlkirina rewabûna xwerêveberiyan û teşhîrkirina êrîşên li dijî van qadan em ê ji rêxistinên civakî yên sivîl, sazî û dezgehên navneteweyî re nameyan bişînin. Em pêvajoyeke bi vî rengî didin destpêkirin. 

Çalakiya boykotkirina hevdîtina ya du mehan jî ji ber sewqên zêde, ji bo ku malbat û hevalên me mexdûr nebin nadin destpêkirin. Em bawer in hemû hevalên me wê bi awayekî zêdetir hesas û bi rêxistinkirî tevbigerin û em serketinê dixwazin. Em serî bidin jî serê xwe natewînin. Em ê bi berxwedanê bi ser kevin, wê gelê me bi ser keve."