BI DÎMEN

Mereşî li Kolnê li dijî kampa AFAD'ê meşiyan

Mereşiyên li eyaleta Nordrhein Westfalen a Elmanyayê dijîn, li dijî çêkirina kampa AFAD'ê ya li gundê Terolar ê li navçeya Mereş Dûlkadîr ê meşiyan.

Mereşiyên li eyaleta Nordrhein Westfalen (NRW) a Elmanyayê dijîn, li dijî çêkirina kampa AFAD'ê ya li gundê Terolar ê li navçeya Mereş Dûlkadîr ê meşiyan. Bi sedan Mereşiyên tevlî çalakiyê bûn mesaja 'em ê destûrê nedin rûdana komkujiyeke din a Mereşê' dan.

Li ser banga Hewldana Mereşê ya Ewropayê ya NRW, NAV-DEM, ABDEM, Yekîtiya Hêzê, FEDA û Însiyatîfa Koçgiriyan, duh saet di 16:00 de li meydana Ebertplatz a Kolnê bi sedan Mereşî li hev civiyan û nerazîbûneke tund nîşanî kampa li gundê Terolarê tê çêkirin dan. Di meşa li vê derê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TJK-E, FEDA û YPJ'ê, pankarta bi nivîsa "Em li Mereşê kampa DAIŞ'ê naxwazin" hatin vekirin û dirûşmên li dijî Erdogan û Tirkiyeyê hatin qîrîn.

Nûnerê Hewldana Mereşê ya Tiriyeyê Şukru Yildiz, Hevberdevka Hewldana Mereşê Elîf Sonzamanci û Hevserokê Komeleya Elewiyan li Dortmûndê Tahîr Gurkan jî di meşê de amade bûn û bal kişandin ser lîstikên AKP dixwaze li hemberî civaka Elewî bilîze.

Gurkan diyar kir, AKP bi zanebûn dixwaze li herêma Elewiyan kampê çêbike û destnîşan kir, ku ew ê heta dawiyê li hemberî vê li ber xwe bidin. Gurkan ji bo çênekirina vê kampê bang li her kesî kir, ku çi ji destê kê bê bike.

Yildiz jî da zanîn, ya li Mereşê tê kirin operasyona qirkirina siyasî û xalîkirina etnîkî ye û got, "Bi vê kampê û yên mîna wê re dixwazin nifûsa Kurdên Elewî belav bikin û Plana Şark Islahat bixin meriyetê. Ev projeyeke Komarê ye. Ev projeya Komarê îro jia liyê AKP'ê ve bêhtir li pêş çavan tê kirin." Yildiz da xuyakirin, ku divê Kurd û hemû hêzên demokratîk li hev bicivin û bi hevparî li ber xwe bidin. Yildiz got, "Çawa ku gelê Kurd li Cizîr û Sûrê xwedî li tax û axa xwe derdikeve, pêwîste Elewî jî li qadên xwe yên jiyanê xwedî derkevin."

Sonzamanci jî anî ziman, ku ji bo destekkirina berxwedana li Terolarê ew daketine kolanan û bang li her kesî kir, ku di vê demê de bi berpirsyarî rabin. Sonzamanci da xuyakirin, ku divê ev yek ji şerê li Kurdistanê cuda neyê dîtin û destnîşan kir, ku ew ê destûrê nedin komkujiyeke din a Mereşê biqewime.

Di meşê de Mereşiyan dirûşmên "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin","Terorîst Erdogan", "Bijî Serok Apo" qîriyan. Piştî meşeke saetekê girseya gel gihaşt Meydana Domê û bi qîrîna dirûşmeyan, hilgirtina dowîz û pankartan re destek dan berxwedana Terolarê. Parlamenterê Partiya Çep a Elman Danrej Hûnko jî tevlî meşê bû. Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.