Yuksekdag: Dewlet wê hesab bide
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag di Kongreya HDP'ê ya Aydinê de axivî û diyar kir ku di dorpêç û qatlîamên li Kurdistanê pêk tên de ti pîvanên exlaqê nemane û got: "Wê di dawiya dawî de hesabê vê yekê bidin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag di Kongreya HDP'ê ya Aydinê de axivî û diyar kir ku di dorpêç û qatlîamên li Kurdistanê pêk tên de ti pîvanên exlaqê nemane û got: "Wê di dawiya dawî de hesabê vê yekê bidin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di Kongreya HDP'ê ya Aydinê de axivî û diyar kir ku di dorpêç û qatlîamên li Kurdistanê pêk tên de ti pîvanên exlaqê nemane û wiha got: "Sûcê li dijî mirovahiyê ji hêla hikûmeta AKP'ê û Qesr ve tê kirin. Bi Serfermandariya Giştî û emniyetê re vî sûcî dikin. Wê di dawiya dawî de hesabê vê yekê bidin."
1'emîn Kongreya Awarte ya Bajarê Aydinê ya HDP'ê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Salona Dawetê ya Şaredariya Ovaeymîrê pêk hat. Kongreya bi dirûşma "Em siberojê ji îro ve ava dikin" dest pê kir de, bi hezaran kes beşdar bûn. Berî kongre destpê bike, polîsan dest danî ser wêneyên Hevseroka Navçeya Mîlasê ya HDP'ê Derya Koç a li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê de hatibû qetilkirin, Cîhan Karaman û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Yuksekdag di kongreyê de li ser pêvajoyê hin axaftin kirin û da zanîn ku desthilatdariya siyasî, sûcên xwe bi çek, zor û teslîmgirtinê dixwaze binuxumîne û ev tişt got: "Di dîrokê de heta niha em teslîmî derewkar, diz û bê exlaqan nebûne. Dîrokê ji hêla me ve ev teslîmiyet nenivîsiye. Hêrsa wan ji vê ye."
‘ŞERÊ QIRÊJ YÊ QESRÊ’
Yuksekdag di dirêjiya axaftina xwe de li ser şer û pevçûnên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî rawestiya û ev şer wekî "şere qirêj yê qesrê" pênase kir û wiha pê de çû: "Yek zarokê ku gel bide şerê Qesrê tuneye. Em ji bo aştiyê têkoşînê didin. Heke hilbijartinên 7'ê Hezîranê bihata naskirin wê li Tirkiyeyê demokrasî bi pêş biketa."
‘MAFÊ JIYANÊ TÊ XESPKİRİN’
Yuksekdag der barê dorpêç û şerê li Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk ve tê meşandin de jî axaftin kir û eşkere kir ku 500 welatiyên sivîl ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin, 38 jê zarok in. Yuksekdag bi lêv kir ku kal û pîr li ber malên xwe têne qetilkirin û tenê sedemeke vê yekê heye ew jî gel dane koçkirinê ye.
‘EV JI MIROVAHIYÊ DERKETINE’
Yuksekdag herî dawî destnîşan kir ku şerê AKP'ê daye destpêkirin, şerê li dijî mirovahiyê ye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ti aliyên vî şerî yê exlaqî tune ye. Li cenazeyên ciwan û ciwanên me heqaret têne kirin. Gefan li mele û seydayên me dixwin. Ji bo nimêja ciwanên meyên ku jiyana xwe ji dest dane neyê kirin, gefan dixwin. Ev kes ewqasî ji mirovahiyê derketine. Ev pêkanîn hemû sûcên mirovahiyê ne. Wê ti êrîş me ji rêya me nede paş. Wê di dawiya dawî de ji ber vî sûcî bêne darizandin."
Piştî axaftinan di hilbijartina yek lîsteyî de wekî hevserok Metîn Taş û Pinar Akpinar hatin hilbijartin.