Saziyan daxuyanî weşandin û diyar kirin, Davûtoglû pêlîstoka Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan e. Saziyan gotin, "Berpirsyarê komkujiyê Pirsûs û Enqereyê Davûtoglû, car carna mîna ku dixwaze kêmî Erdogan nemîne li xwe mikur tê, wî fermana şerê kirêt ê li hemberî gelê Kurd daye."
Daxuyaniya ABDEM û Yekîtiya Hêza Demokratîk bi vî rengî dewam kir: "Davûtoglû tevî Erdogan, bi tank, TOMA û maşînên zirxî re Sûr, Cizîr, Şirnex, Silopiya, Gever, Nisêbîn, Hezex û bajarên din ên kurdan bombe dikin, dişewitînin û xera dikin. Ji qetilkirina bi sedan mirovan, ji şewitandina mirovan li jêrzemînên Cizîrê, ji kişandina cesedan li pişt panzeran, ji tazîkirina bedena jinên qetil kirine, ji kuştinên bêdaraz ên li gelek bajarê Tirkiyeyê û ji îşkenceyê berpirsyar in.
Ew kujer in, ku fermana komkujiyan dane, bajarên Kurdistanê dişewitînin û xera dikin.
Xizmetkarê dîktatorê faşîst ê li Qesrê Davûtoglû, li Tirkiyeyê mafên mirovan betal kiriye, leşker û polîsan dajo ser her şêwe çalakiyên demokratîk, bi hovane êrîşî her kesên destekê nadin wî dike, akademîsyen, hiqûqnas, rojnamevan jî di nav de her kesên bîatê jê re nakin qetil dike yan jî digire.
Serokwezîrê kujer ku ji ber serketina HDP'ê pêşiya çavên wî reş bû, bi rakirina mafê destnedana parlamenteriyê û girtinê gefê li parlamenterên HDP'ê dixwe.
Ji bo xerakirina rewşa demografîk a Kurdistanê, azadiya baweriyê ya civaka me ya Elewî û mafê welatîbûna wekhev red dike, li navenda gundên Elewiyan kampa DAIŞ'ê çêdike û dixwaze careke dikin komkujiya Mereşê bîne serê civaka Elewî.
Lîsteya gunehên Davûtoglû gelekî mezin e. Davûtoglû dijminê aştî û demokrasiyê ye. Êrîşî jin, zarok, ciwan, extiyar her kesên alîgirê aştî û demokrasiyê dike.
Dijminê gelên me di 19'ê Nîsanê de tê Strasboûrgê.
Weke ABDEM û Yekîtiya Hêza Demokratîk em hatina Davûtoglû yê bi sedan mirovên me ji Tîrmeha 2015'an û vir ve qetil kiriye û 400 hezar kes neçarî koçberiyê kiriye, protesto dikin. Em bang li her kesên alîgirê azadî, aştî û demokrasiyê dikin, ku tevlî çalakiya şermezarkirina Davûtoglû bibin."
NAV-DEM'ê jî Davûtoglû weke dagirkerê Kurdistanê, kujer û dijminê Kurdan û mirovahiyê pênase kir û destnîşan kir, ku Kurdên li Ewropayê dijîn wê komkujiyên li Sûr û Cizîrê ji bîr nekin. NAV-DEM'ê diyar kir, ji ber vê yekê Kurd wê tevlî protestoyên li Strasboûrgê bibin.