Rola MÎT'ê ya di Komkujiya Parîsê de ket nava belgeyên dadgehê

Tevî ku desthilatdariya AKP'ê ewilî derewand, Serdozgariya Komarê ya Stenbolê têkildarî rayedarên MÎT'ê yên navên wan di qeyda deng û belgeya hat weşandin de derbas bûn, bi hinceta têkiliya xwe bi Fetûllahiyan re hene, lêpirsîn vekir.

Der barê komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê de, ku ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, li ser rola dewleta Tirk û MÎT'ê belgeyên girîng derketibûn holê.

Bi qeyda deng û belgeyan derket holê, ku kujerê sê şoreşgerên Kurd Omer Guney ê niha girtî ye ajanê MÎT'ê ye û bi belgeya bi mora Halûk Ozcan ve feraman sûîqestê wergirtiye.

Tevî ku desthilatdariya AKP'ê ewilî derewand, Serdozgariya Komarê ya Stenbolê têkildarî rayedarên MÎT'ê yên navên wan di qeyda deng û belgeya hat weşandin de derbas bûn, bi hinceta têkiliya xwe bi Fetûllahiyan re hene, lêpirsîn vekir.

Dozgeriyê têkildarî endamê Rêxistina Îstîxbarata Milî a Tirk (MÎT) Halûk Ozcan ê navê wî di sûîqesta Parîsê de derbas dibe, ji ber giliyê li ser 'kuştina mirovekî li Tirkiyeyê' lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriyê, têkildarî îdîaya 'têkiliya Halûk Ozcan bi rêxistinbûyîna dewleta paralel heye' ji MÎT'ê xwest.

Bi qeyda deng û belgeyan derket holê, ku kujerê sê şoreşgerên Kurd Omer Guney ê niha girtî ye ajanê MÎT'ê ye û bi belgeya bi mora Halûk Ozcan ve feraman sûîqestê wergirtiye.

MÎT'ê di wê demê de daxuyaniyek dabû û gotibû, "Li ser îdîayên tên kirin, me di nava xwe de lêpirsîna îdarî ya pêwîst dane destpêkirin."

Rojnameya Cûmhûriyetê xwe gihandin detayên wê lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê.

Nivîsa Dozgerê Komarê Hasan Yilmaz ê ji Buroya Lêpirsîna Sûcên Rêxistinî û Terorê, ku di 4'ê Nîsana 2016'an (13 roj berê) de nivîsandiye, bi vî rengî ye:

"F.C. ê serî li Serdozgeriya me ya Komarê da, der barê kar û barên devreyî qanûnî (bûyera kuştina şexsekî) ya Halûk Ozcan ê wextekê li Şaxê MÎT'ê yê Kocaeliyê wezîfedar bû de, li Serokatiya Daîreya KOM'ê îxbar kiriye. Ji ber ku ragiahndiye pêwendiya Halûk Ozcan bi rêxistinbûyîna dewleta paralel re heye, lêpirsîn hatiye destpêkirin..."