Li Freîbûrgê meşa ji bo Terolarê
Bi armanca şermezarkirina çêkirina kampa ji bo çeteyan li gundê Terolarê, li bajarê Elmanya Freîbûrgê çalakiyek hat lidarxistin.
Bi armanca şermezarkirina çêkirina kampa ji bo çeteyan li gundê Terolarê, li bajarê Elmanya Freîbûrgê çalakiyek hat lidarxistin.
Çalakiya li Kartoffelplatzê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Freîbûrgê û Dergaha Çanda Elewiyan a Freîbûrgê ve hat organîzekirin.
Girseya gel a li vir civiya, bi pankarta bi nivîsa "Em li welatê xwe kampa DAIŞ'ê naxwzin" vekir û dest bi meşê kir. Çalakger heta navenda bajêr meşiyan û li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, kampa li Terolarê ji bo guhertina rewşa demografîk a herêmê tê çêkirin û hat gotin, "Em ne li dijî kampeke însanî ye. Lê belê ya ku AKP hewl dide bike, bicihkirina endamên DAIŞ'ê ne. Em ê nehêlin axa me bibe baregeh ji avn terorîstan re."
Piştî daxuyaniyê girseya gle li Kartoffelplatzê vegeriya, deqeyek rêz girt û dûre belav bû.