Aloziya siyasî ya li Iraqê mezin dibe
Li Iraqê, pêvajoya ku ji bo reformên di nava hikûmetê de hat destpêkirin, vediguhere krîzeke siyasî. Ji ber ku krîz nehat çareserkirin, xwepêşandanên li meydana Tehrîr a Bexdayê ji nû ve destpê kirin.
Li Iraqê, pêvajoya ku ji bo reformên di nava hikûmetê de hat destpêkirin, vediguhere krîzeke siyasî. Ji ber ku krîz nehat çareserkirin, xwepêşandanên li meydana Tehrîr a Bexdayê ji nû ve destpê kirin.
Piştî rûniştina duh a li Parlamenta Iraqê, li ser lîsteya hikûmeta nû ya Haydar Ebadî dihat payîn ku îro dengdan bihata kirin. Lê belê rûniştina îro bi hinceta ewlekariyê ji aliyê serokê parlamentê Selîm Cîbûrî ve hat taloqkirin. Hin ji parlamenterên nerazîbûn nîşanî ê biryara serokê parlamentê dan, li meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
'GEL CAREKE DIN DAKET MEYDANAN'
Bi deh hezaran kesên dibêjin; xebatên reformê ji aliyê hin derdoran ve ber bi aliyên cuda ve tên kişandin, li meydana Tehrîr a Bexdayê li hev civiyan û xwepêşandanekê pêk tînin. Girseya gel dixwaze ji bo reforman derhal çarçoveyeke qanûnî bê destnîşankirin.
'FRAKSIYONÊN KURD DI CIVÎNÊ DE NE'
Parlamenterên Kurd ên li parlamenta Iraqê jî, bi kûrbûna krîzê re, ji bo xeteke hevpar diyar bikin îro li mala alîkarê serokê parlamentê parlamenterê Tevgera Goran Aram Şêx Mihemed a li Bexdayê li hev civiyan. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, wekîlên Kurd bi giranî li ser 'nealîbûn û mayîna di nava çarçoveya destûra bingehînî' de nîqaş meşandine. Tê payîn di vê civînê de biryar were dayîn ku parlamenterên Kurd bi hev re tevbigerin. Her wiha pêkan e hin ji parlamenterên tevlî vê hewldana hevpar nebin.
GREVA LI PARLAMENTÊ
Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cîbûrî ewlekarî weke hincet nîşan da û rûniştina îro ya parlamentê taloq kir. Komek ji parlamenteran nerazîbûn nîşanî vê biryarê da û li parlamentê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
PARLAMENTERÊN ÇALAKGER DIXWAZIN CIHÊ CÎBÛRÎ BÊ GUHERTIN
Di rûniştina roja Pêncşemê de ji 174 parlamenterên amade 171 parlamenteran di dengdayînê de serokê parlamentê Selîm Cîbûrî û alîkarên wî Aram Şêx Mihemed û Hûmam Hemûdî ji wezîfeyê girtibûn. Di vê dengdanê de her wiha biryar hat dayîn ku serokê nû yê parlamentê bi dengdayînê were hilblijartin. Serokê nû yê parlamentê jî tê payîn îro were hilbijartin. Abdulkerîm Ebtan û Abdulezîz Ecman îdîa kirin ku ew ji bo serokê parlamentê namzetên Sûniyan e. Ji Partiay Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Adil Nûrî jî tê gotin wê ji bo alîkariya duyemîn ê serokê parlamentê ji kontenjana Kurdan namzet bê nîşandan.
Li aliyê din, Alîkarê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê Gyrogy Bûsztîn krîza siyasî ya li Iraqê nirxand, bang li aliyan kir û got, "Xitimandina çareseriya siyasî ya li Iraqê û afirandina krîzên nû bi tenê bi kêrî çeteyên DAIŞ'ê tê. Ev krîza siyasî bandoreke mezin li têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê dike. Em hêvîdar in wê alî vê rastiyê bibînin û bêyî krîz kûrtir bibe, çareser bikin."