Ji saziyên li Strasboûrgê ji bo çalakiya şermezarkirina Davûtoglû banga tevlîbûnê

Li dijî ziyareta Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ku wê roja Sêşemê li Konseya Ewropa ya li Strasboûrgê bike, saziyên Kurd, Elewî û Tirkiyeyî yên şoreşger xwe ji bo çalakiyeke mezin a protestoyî amade dikin.

Çalakî wê li Avenue de l'Europe ku avahiya Konseya Ewropayê (KE) lê ye, bê lidarxistin. Beriya çalakiyê saziyên cuda bi şiyara 'Ji Cizîrê heta Terolarê em li ber xwe didin' banga tevlîbûnê kirin.

Li ser navê saziyên li Strasboûrg û derdora wê, daxuyaniyeke hevpar a bi serenavê "Ji Cizîrê heta Terolarê em li ber xwe didin" hat weşandin. Di daxuyaniyê de işaret bi ziyareat Davûtoglû ya 19'ê Nîsanê li Konseya Ewropayê hat kirin û hat destnîşankriin, ku saziyên şoreşger-demokrat ên Kurd, Elewî û Tirkiyeyî wê vê yekê şermezar bikin.

Saziyan diyar kirin, çalakiya protestoyî wê roja Sêşemê saet di 10'an de li Avenue de l'Europe destpê bike û gotin, "Bi pêşengiya saziyên demokrat-şoreşger ên Kurdistanî, Elewî û Tirkiyeyî, beriya ziyareta Davûtoglû ya 19'ê Nîsanê, wê çalakiyeke protestoyî ya girseyî bê lidarxistin. Rêveberiya AKP'ê ya li her devera diçe tê şermezarkirin, di nava raya giştî ya Ewropayê de îmaja xwe winda dike."

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin şerê qirkirinê yê li Kurdistanê û planên kirêt ên di bin navê kampa qaşo ji bo penaberan li Mereşê were çêkirin û bang li hemû şoreşger-demokrat ên alîgirê aştiyê ne hat kirin, roja Sêşemê tevlî çalakiyê bibin.

Saziyan gotin, "Roj, ji Terolar heta Cizîrê, ji Cizîrê heta Sûrê roja berxwedana li dijî faşîzmê ye."

Saziyên mora xwe danîn binê vê daxuyaniyê ev in: "Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Strasboûrgê, ATÎK, DÎDF, FUAF, AABF, AKM-Kehl û AKM-Strasboûrg."