YXK xwe ji bo kongreya 22. amade dike

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), bi şiyara "Em ji nû ve bibin Huseyîn Çelebî, bi hev rejiyana azad ava bikin" kongreya xwe ya 22. lidar dixe.

Nûnerên YXK'ê dan xuyakirin, ku ji bo bersivê bidin pêvajoya Kurdistanê ew li hev dicivin û gotin, "Divê em bi helwesteke şoreşger re Bihara Şoreşê bafirînin. Weke rêxistina ciwanên xwendekar, divê em bibin bersiv ji bo ruhê berxwedanê yê bi pêşengiya YPS/YPS Jinê tê nîşandan."

Nûneran dan zanîn, ku ji bo avêtina gaveke bi wêrekî wê di 23'ê Nîsanê de li Essenê kongreya xwe pêk bînin.

YXK'ê ji bo kongreyê banga tevlîbûnê li ciwanên Kurd kir û got, "Weke ku tê zaîn li çar parçeyên Kurdistanê şerekî qirêj diqewime. Ciwanên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê, li dijî Erdogan ê faşîzan û hegemonîk, li dijî çeteyên AKP'ê ku pêlîstokên wî ne, xwe bi rêxistin kirine û li ber xwe didin. Tevî Bakurê Kurdistanê, hem li Rojava hem jî li Başûr gelê Kurd bi berxwedaneke topyekûn re bersivê dide durûtiya Modernîteya Kapîtalîst û hevkarê wê DAIŞ." Nûneran bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan û nêzîkatiyên nîjadperest, faşîzan û derveyî mirovahiyê yên li hemberî gelê Kurd û destnîşan kirin, ku ji bo bibin bersiv ji pêvajoyê re, ew kongreya xwe pêk tînin.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) federasyoneke xwendekaran e ku di 12-13'ê Kanûna 1991'ê de li bajarê Elmanya Bochûmê ji aliyê 75 xwendekarên ji welatên cuda yên Ewropayê li hev civiyan ve, hat avakirin.