Parêzerê Mandella ji bo Ocalan hat Parîsê

Koma Destekê ya Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî wê di 18'ê Nîsanê de li Parîsê be. Endamên heyetê wê çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Ocalan dewr bigirin.

Koma Destekê ya Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî, ku parêzerê Nelson Mandella Essa Mossa, Noam Chomsky, Tarik Alî, Davîd Graber jî di nav de ji şexsiyetên li qada navneteweyî tên naskirinp êk tê, wê di 18'ê Nîsanê de li Stasboûrgê be. Endamên heyetê wê çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Ocalan dewr bigirin.

Di vê çarçoveyê de parêzer Essa Mossa li Parîsê hin serdan û hevdîtin pêk anî. Mossa ewilî hat cihê Dûlîcîe Septembre di 29'ê Adara 1988'an de lê hat qetilkirin û deqeyek rêz girt. Mossa piştre hat pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ku di 9'ê Çileya 2013'an de ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, endama KNK'ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez lê hatin qetilkirin. Mossa di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser van cînayetên polîtîk ên li Parîsê hatine kirin û got, "Ez dixwazim ewilî vê bêjim; em ê hevalên xwe yên ji bo gelên xwe, ji bo mirovahiyê xwe feda kirine ti carî ji bîr nekin. Di navbera van cînayetên li Parîsê li cihê nêzî hev hatine kirin de, gelek aliyên dişibin hev hene. Di dema destpêkrina hevdîtinên aştiyê li Îmraliyê de qetilkirina sê şoreşgerên Kurd li Parîsê, di destpêkê de Tirkiye jî di nav de servîsên veşartî yên gelek welatan tîne bîra mirovan.

Essa Mossa da xuyakirin, ku Dûlîcîe Septembre piştî heft salan li Afrîkaya başûr li girtîgehê hat ragirtin, ji bo li Parîsê di oxira aştiyê de dîplomasiyê bimeşîne hat wezîfedarkirin û anî ziman, ku Septembre di 29'ê Adara 1988'an de li Parîsê bi sûîqeteke ku dijberên Nelson Mandela û gelek welat di nav de hebû, hat qetilkirin. Mossa destnîşan kir, ku heta ev cînayetên polîtîk neyên ronîkirin, wê mîna deqek reş di nava Edaleta Fransayê de bimînin.

Mossa işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Beriya niha bi çar hefteyan weke heyetekê em çûn Tirkiyeyê û ji bo bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin me daxwaza xwe ji Wezareta Edaletê re ragihand. Lê belê bersiv ji me re nehat dayîn. Di dema em li Tirkiyeyê bûn de, ji bo pirsgirêka bi Akademîsyen û aktîvîstên aştiyê re bê çareserkirin, em ketin nava hewldanan. Ji sala 2005'an û vir me gelek caran dan xuyakirin, ku divê ev pirsgirêk di çarçoveya diyalogê de were çareserkirin. Em di wê baweriyê de ne ku Abdullah Ocalan azad bibe wê aştiyeke mayînde bê Kurdistan û Rojhilata Navîn. Me gelek caran anîn ziman ku em ji vê tecrîdê bi fikar in. Endîşeyên me hene. Li ser vê bingehê, weke Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî, em ê destekê bidin çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Ocalan a li bajarê Fransa Strasboûrgê dewam dike. Di serî de CPT em ê bi hemû saziyan re têkiliyê deynin û ji bo rakirina vê tecrîdê hewl bidin ku ev sazî zextê li Tirkiyeyê bikin."