Li Qada Tahrîr a Bexdayê çalakî ji nû ve destpê kirin

Alîgirên Serokê Şîa Mûkteda Sadr ji bo pirsgirêkên qirîza siyasî ya li Iraqê bi lezgînÎ çareser bike, 72 saet dem dabû hikûmetê, li ser vê yekê li Qada Tahrîr a Bexdayê bi hezaran kesî dest bi xwepêşandanê kirin.

Alîgirên Serokê Şîa Mûkteda Sadr ji bo pirsgirêkên qirîza siyasî ya li Iraqê bi lezgînÎ çareser bike, 72 saet dem dabû hikûmetê, li ser vê yekê li Qada Tahrîr a Bexdayê bi hezaran kesî dest bi xwepêşandanê kirin.

Bi hezaran kesên ku di saetên sibehê de li Qada Tahrîrê kom bûn, plana reformê ya ku ev demeke nakeve meriyetê protesto kirin. Divê demildest hikûmeteke teknokrat a bê alî û hemû beşên civakê cihê xwe di nav de digirin, bê avakirin.

Piştî daxuyaniya duh a Mûkteda Sadr ku gotibû, “Serokkomar, Serokwezîr, Serokê parlementoyê kom bûn û divê demildest qirîza siyasî bê çareserkirin” û şûn de, ji gelek bajarên cuda alîgirên Sadr li Qada Tahrîr kom bûn û dest bi xwepêşandanê kirin. Girseya ku li Qada Tahrîrê kom bûn, 4 wezaret dorpêç kirin, daxwaz kirin ku 4 wezaret jî di nav de yên ku di van wezaretan de karên nelirêtiyê kirine demildest ji kar bêne dûrxistin.

Her wiha hêzên ewlekariyê diyar kir ku parastina her sê wezaretan hatiyê girtin û xebatkarên di van wezaretan de dixebitin di bin ewlehiyê de ne.

Çalakiyên kesên ji bo reforman li Qada Tahrîrê dihatin lidarxistin, piştî Haydar Ebadî lîsteya kabîneya nû peşniyarê parlamentoyê kiribû hatibûn rawestandin. Lê, piştî peşniyara lîsteya qabîneya nû ya Haydar Ebadî du caran di parlamentoyê re derbas nebû, çalakiyan dîsa destpê kirin.