Siyasetmedarê Kurd Zekî Eroglû li Swêdê hat girtin
Siyasetmedarê Kurd Zekî Eroglû, bi hinceta ku hikûmeta Elman bi rêya Înterpolê lê digere, li paytexta Swêd Stockholmê hat girtin.
Siyasetmedarê Kurd Zekî Eroglû, bi hinceta ku hikûmeta Elman bi rêya Înterpolê lê digere, li paytexta Swêd Stockholmê hat girtin.
Dadgehê biryar da, di nava 15 rojan de Eroglû radestî Elmanyayê bike.
Eroglû yê li Swîsreyê weke penaberekî siyasî dijî û xwedî mafê mayînê ye, ji bo di ser Swêdê re biçe Başûrê Kurdistanê hatibû Stockholmê.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê û Meclîsa Jinên Kurd a Amara nerazîbûneke tund nîşanî girtina Eroglû dan. Siyasetmedarê Kurd Hasan Înce ji ANF'ê re axivî û diyar kir, Swêd a Eroglû girt, Peymana Cenevreyê ya 1951'ê ya mafê penaberên li Swêdê ewle dike, binpê kiriye.
Înce ku di rûniştina darizandina Eroglû de amade bû, da zanîn ku hikûmeta Elman Eroglû weke berpirsyarê bajarê Stûttgartê sûcdar dike û anî ziman, di rûniştina dozê de çalakiyeke bi tenê ya şênber li hemberî Eroglû weke sûc nehatiye nîşandan.
Înce da zanîn, hikûmeta Elman karê siyasetmedarên Kurd krîmînalîze dike û hewl dide têkoşîna li hemberî pêkanînên antî demokratîk û komkujiyên dewleta Tirk, asteng bike.
Înce işaret bi girtina siyasetmedarên Kurd ji ber têkiliyên aboriyê yên Elmanya-dewleta Tirk hatin girtin kir û got, "Bi qasî ez zanim niha 5 siaysetmedarên Kurd li Elmanyayê girtî ne. Ev hemû jî ji ber karê xwe yê siyasî li girtîgehê tên ragirtin. Biryara Swêdê ya ji bo radestkirina Eroglû ji Elmanyayê re, ne ya qebûlkirinê ye. Swîsreyê ew weke penaberê siyasî qebûl kiriye. Lewma nabe ku ji ber xebatên wî yên siyasî bê teslîmkirin. Ev yek binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî yên ji bo penaberên siyasî ye."
Înce jî di sala 1998'an de jî li ser daxwaza hikûmeta Elman, Swêdê ji ber sûcdariya 'Berpirsyarê Hambûrgê" ye, radestî Elmanyayê hatibû kirin û 5 mehan di girtîgehê de hatibû ragitin.
Siyasetmedarê Kurd Înce bibîr xist, ku li Ewropayê welatê destpêkê yê PKK xist nava lîsteya 'rêxistinên terorîst' Elmanya ye û got, "Ji ber zexta Elmanyayê Ewropayê PKK xist nava lîsteya 'rêxistinên terorîst'. Ji bo siyasetmedarên Kurd bê bandor bike, çi ji destê Elmanya tê dike. Zextê li siyasetmedaran dike, wan digire."
Înce da xuyakirin ku bi radestkirina Eroglû re mafê penaberan tê binpêkirin û got, "Swêd yek ji welatên mafên penaberan binpê dike ye. Em nikarin vê qebûl bikin."
Înce da zanîn ku Eroglû nexweş e, ji sedî 70 nabîne û xwest derhal serbest were berdan. Parêzerê Eroglû ji bo biryara dadgehê ya ji bo radestkirina Eroglû ji Elmanyayê re bê betalkirin, li dadgeheke bilindtir îtiraz kir.