Mîtînga ji aliyê Mala Gel, SYKP, Dem-Kurd, ÎTÎF û ÎGÎF'ê ve hat organîzekiri, roja 16'ê Nîsanê pêk hat û endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê hunermend Pinar Aydinlar û Hevserokê SYKP'ê Tûncay Yilmaz jî tevlî bûn.
Zêdeyî 400 kes li meydana Rîpon ku li vê derê peymana Lozanê hat îmzekirin, li hev civiyan û nerazîbûn nîşanî hewldanên guhertina demografîk a herêmên Elewiyan dan.
Li ser navê Komîteya Amadekar Yûsûf Bîldîk li vir axivî û destnîşan kir, ku armanca bingehîn a çêkirina kampê, afirandina cihekî ji çeteyên kujer ên mîna DAIŞ'ê ye. Bîldîk da xuyakirin, ku bi vê kampê re her wiha tê xwestin ji fîrmayên alîgirê AKP'ê yên mîna TOKÎ re qadeke jêxwarinê bê avakirin.
Dûre Serokê Partiya Karker a Swêdê (POP) ê bajarê Lozanê Joaqûîm Manzonî û nûnerên Dem-Kurd û Însiyatîfa Mereşê axivîn.
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê hunermend Pinar Aydinlar jî piştî silavkirina gel bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar. Aydinlar da zanîn, plana AKP'ê xerîbkirina mirovan ji hev e û diyar kir, lê belê şoreşger li hemberî van êrîşan her tim têkoşiyan e, vê têkoşîn ji Îbrahîman heta Mazlûman dewam kiriye.
Tûncay Yilmaz dûre peyivî û işaret bi êrîşên têkbirinê kir. Yilmaz girîngiya têkoşîna hevpar bibîr xist. Mîtîng piştre bi stranên Denîz Guney û govendê dewam kir. Her wiha ji bo çalakiya 1'ê Gulanê ya ji aliyê MLKP'ê ve tê organîzekirin, banga tevlîbûneke xurt hat kirin.