Şehîdên Gimgimê li bajarê Bonnê hatin bîranîn
Ji bo 4 gerîlayên HPG'ê yên di 7'ê Nîsana 206'an de li gundê Baden ê Gimgimê jiyana xwe ji dest dan, li Bonnê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo 4 gerîlayên HPG'ê yên di 7'ê Nîsana 206'an de li gundê Baden ê Gimgimê jiyana xwe ji dest dan, li Bonnê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Di şerê ji ber îxbarekê rû da de, gerîla Dogûkan Şenocak û Ûygar Karakaya û 2 gerîlayên ji Gimgimê yên nasnameyên wan hînê diyar nebûne, jiyana xwe ji dest dabûn.
Di merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bonnê de pismamê Dogûkan Kaya (Rêzan Kanîreş) Emîn Şenocak axivî. Şenocak li ser bûyerê agahî da û çîroka jiyana Kaya vegot. Şenocak got, "Di şexsê her çar şehîdan de ez hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînim. Ya ku me li ser piyan digire, berxwedan e. Ya ku em ber bi azadiyê dibe, berxwedan e. Lewma divê em berxwedana xwe mezin bikin."
Ji Komîteya Malbatên Şehîdan Dayika Rojîn dûre axivî û got, "Şehadet me gelekî dêşîne, lê li hemberî gelê Kurd mêtîngeriyeke barbar heye. Barê rizgarkirina ji vê mêtîngeriyê li ser milê ciwanên me ye. Ez bang li wan kesên hînê xwe ji têkoşîna azadiyê vedigirin, dikim; Bes li rewşê temaşe bikin, bi tevkariya xwe re barê li ser milê ciwanên me ye, hinekî sivik bikin."
Endama Meclîsa Jinê ya Sara Nûpel Mûnzûr herî dawî axivî û got, "Di şexsê şehîdên Gimgimê de hemû şehîdên xweseriya demokratîk bi rêzdarî bibîr tînim. Ruhê berxwedanê yê şehîdan em ewçendî nêzî azadiyê kiriye. Ne tenê Kurd, eger ji Awûstralyayê, ji Kanadayê, ji Elmanyayê ciwan li Kurdistanê şehîd dikevin, hingî ev yek tê wê wateyê ku têkoşîn enternasyonal bûye. Dewleta Tirk ji sala 2014'an û pê ve biryara şer girt. Em ê jî li hemberî dewleta mêtînger-înkarê, li her qada jiyanê paradîgmaya çareserîner a Rêber Apo ji xwe re esas bigirin û bi vî rengî bi ser kevin."