Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo ji bo Altûn û Kaytan peyam şand

Li Parlamenta Iraqê civîna li ser hikûmeta nû

Ji bo avakirina desteya nû ya wezîran, nûnerên 30 tevgerên siyasî yên li parlamentê bi bandor in, îro li hev dicivin. Tê payîn encameke erênî ji civînê derkeve.

Li şûna desteya wezîran a berê ya Iraqê, ku ji ber xemsariya li pêşberî nelirêtiyê û bicihnanîna referoman paweriya pê nema, desteyeke nû ya wezîran tê avakirin. Ji bo avakirina vê desteyê jî danûstandin dewam dikin. Lîderên 30 fraksiyonên siyaseta li Iraqê bi rê ve dibin, bi pêşengiya serokê parlamentê li hev dicivin.

Ji lîsteya YNK'ê parlamenterê parlamenta Iraqê Ferhat Qadr da xuyakirin, ku danûstanin bi erênî bi rê ve diçin û got, "Herî dawî ji bo nirxandina rewşa siyasî û rêyên derketina ji krîzê, li hev iviyan. Pêvajo ber bi çareseriyê ve diçe. Ev rûniştinên ji bo diyarkirina nexşerêyeke çareseriyê tên lidarxistin, bi serokatiya Selîm Cebûrî pêk tên."