Di Kongreya Mezin a TTB’ê de li dijî qetlîaman banga yekîtiyê

67. Kongreya Mezin a TTB’ê di roja duyemîn de didome. Li dijî êrîşên qirker ên li Kurdistanê nerazîbûn derketin pêş, ji bo têkoşînek yekbûyî ya aştiyê bang hate kirin.

67. Kongreya Mezin a TTB’ê di roja duyemîn de didome. Li dijî êrîşên qirker ên li Kurdistanê nerazîbûn derketin pêş, ji bo têkoşînek yekbûyî ya aştiyê bang hate kirin.

Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), 67. Kongreya xwe ya Mezin li Salona Konferansê ya DSÎ didomîne.

Di roja duyem a kongreyê de Dr. Halîs Yerlîkaya axivî, bal kişand ser ‘qedexeyên kolanan’ ên li Kurdistanê dewam dikin û binpêkirinên mafên mirovan.

DR. YERLÎKAYA: EWLEHIYA CAN BI DESTÊ DEWLETÊ JI HOLÊ HATE RAKIRIN

Yerlîkaya, kedkarê tenduristiyê Azîz Yûral ê dema ji bo alîkariya gelê di ‘jêrzemînên hovîtiyê’ de dihatin qetilkirin alîkarî dibir ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin bi bîr anî, got: “Dest jê berde mafê jiyanê, em di pêvajoyeke ku mafê definkirinê nîne de dijîn. Pitika bi navê Mîray a 3 mehî, 21 roj piştre hate definkirin. Cenazeyê Dayika Taybet 9 rojan li kolanan ma. Me pêvajoyeke ku dayik bi rojan cenazeyê keça xwe di sarincê de veşart dît, em dibînin.”

Yerlîkaya wiha got: “… tevî ku ewlehiya can bi destê dewletê ji holê hatiye rakirin jî em bêyî cihêtiyê mabeyna nexweş û birîndar de bikin hewl didin bidin jiyîn.”

 ‘HÊZÊ BIDIN TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ’

Yerlîkaya bal kişand ku di şer de herî girîng tenduristiya gel e, got: “Em baş dizanin ku eger aştiyek civakî nîn be, tenduristî jî nîne. Em ê têkoşîna aştiyê ya yekbûyî û kolektîf dewam bikin. Em banga tevlîbûnê li her kesî dikin.”

JIN LI MAFÊ XWE YÊ DESTÛRA ŞÎR XWEDÎ DERKETIN

Navbera nîvro ya kongreyê de jî Şaxê Hekîmtiya Jinan û Tenduristiya Jinan a TTB’ê têkîldarî danezana Midûriyeta Tenduristiya Bajêr a ku nahêle jinên karker destûra xwe ya şîr bi kar bînin jî daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de pankarta “Jin bêkar, pitik bêşîr in” hate vekirin, wiha hate gotin: “Em hekîmên jin, ne dihêlih pitikên me yên em dişopînin ne jî mafê me yê destûra şîr a ji bo pitikên me bê xespkirin.”