Li Goteborgê çalakiya "dest nede vîna min"
Li bajarê Goteborg ê Swêdê, rêxistinên Kurdistanî û Swêdî roja Şemiyê bi şiyara "Erdogan bes li dijî Kurdan şer bike-Em bi HDP'ê re ne" çalakiyek pêk anîn û êrîşên li hemberî HDP'ê şermezar kirin.
Li bajarê Goteborg ê Swêdê, rêxistinên Kurdistanî û Swêdî roja Şemiyê bi şiyara "Erdogan bes li dijî Kurdan şer bike-Em bi HDP'ê re ne" çalakiyek pêk anîn û êrîşên li hemberî HDP'ê şermezar kirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê, Komîteyên Rojava, rêxistina Her tişt ên her kesî ne, Partiya Çep, Federasyona Ciwanan a Sendîkayî (SUF), Partiya Sosyalîst, Partiya Komunîst, Ti kes Îllegal nîne û Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (RKU) banga çalakiyê kirin. Bi qasî 600 Kurdistanî û Swêdî li ser vê bangê li Meydana Gûstav Adolfs li hev civiyan û ber bi Meydana Jarntorgetê meşiyan.
Di meşa ji 5 kîlometreyan de dirûşmên "Dibe ku sibe dereng be", "Dest nede vîna min", Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Kujer Erdogan" û "Komkujî û talana li Kurdistanê bisekinîne" hatin qîrîn.
Nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Komîteyên Rojava û Partiya Çep a Swêdê li qada mîtîngê axivîn û bal kişandin ser êrîşên hovane yên dewleta Tirk li Silopiya, Cizîr, Sûr, Gever û Nisêbînê kirine.
Qisekeran diyar kirin, paralelî şerê li Kurdistanê hikûmeta AKP'ê dixwaze bi rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê re pêşî li xebatên legal û rewa yên Kurdan bigire û destnîşan kirin, tesfiyekirina vîna 6 mîlyon mirovan ne ya qebûlkirinê ye.
Di xwepêşandanê de bang li Swêdê û Yekîtiya Ewropayê hat kirin, ku ji bo sekinandina operasyonên qirkirinê û bidawîkirina êrîşên li hemberî HDP'ê bikevin nava tevgerê. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyên li dijî deweta Tirk qediya.
ZEYNEP AKGUL HAT BÎRANÎN
Zeynep Akgul (Ronahî Mêrdîn) a di sala 2004'an de li Qendîlê şehîd ket, li kolana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Goteborgê hat bîranîn.
Bi sedan Kurdistanî beşdarî merasîma bîranînê bûn. Hevserokê Navendê Alî Agirî bal kiaşnd ser girîngiya şehîdan ji bo gelê Kurd û li ser jiyan û têkoşîna Akgul axivî.
Di çalakiyê de sînevîzyonek li ser jiyan û fedekariya şehîdan hat nîşandan.