'Em fitrên xwe bişînin herêmên berxwedanê'

Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Hafiz Ahmet Tûrhalli got, divê fitrên îsal ji herêmên berxwedanê re werin şandin û destnîşan kir, dijderketina li zilma AKP'ê erka her Misilmanî ye.

Tûrhalli got, "AKP li Bakurê Kurdistanê mirova dikuje, bajaran dişewitîne. Weke Misilmanên li Ewropayê dijîn divê em li hemberî AKP'ê bêdeng nemînin. Di vê meha pîroz de divê em fitrên xwe bişînin herêmên berxwedanê û piştgiriya wan bikin."

Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli bi wesîleya meha Remezanê bang li Misilmanên li Ewropayê dijîn kir û ji wan xwest, li dijî AKP'ê û Erdogan dengê xwe bilind bikin. Tûrhalli diyar kir, AKP Îslamiyetê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û got, "ya ku ew dikin, muşrîkî ye."

'NAVA ÎSLAMIYETÊ TÊ VALAKIRIN'

Tûrhalli bal kişand ser girîngiya meha Remezanê di nava Îslamiyetê de û got, "Cihê vê mehê di nava ola Îslamê de girîng e. Ji ber ku heq û neheqî ji hev hatin cihêkirin. Ji ber ku rojî, ji bo kuştin an jî kontrolkirina nefsa xwe, li ser mirovan hatiye ferzkirin."

Tûrhalli da xuyakirin, ku di roja îro de ev rastî ji holê hatiye rakirin û got, "Mixabin di roja îro de rojî û îbadet ji bo berjewendî û populîzmê tên bikaranîn. Halbûkî rojî ji bo têkbirina populîzmê ye. Ne ji bo populîzmê ye. Mînak; Hz. Mûhammed ji hevalên xwe re dibêje, 'Divê hûn herî zêde di vê mehê de parveikrinê bikin'. Hevalên wî jê re dibêje 'tiştekî me nîne'. Li ser vê yekê Hz. Mûhammed dibêje, 'Tiştekî we tinebe jî bikenin, bi xweşbînî nêzî mirovan bibin ku moralê mirovan sererast bike. Lê belê Îslamiyeta ku dewlet niha dimeşîne, ji sedî 90 dûrî vê rêbaza jiyanê ye. Parvekirinên berê dihatin kirin, niha nîne. Nava Îslamiyetê tê valakirin û bi vî rengî tê jiyîn."

'DIVÊ MISILMAN LI BER AKP'Ê RABIN'

Hafiz Ahmet Tûrhalli destnîşan kir, AKP û lîderê wê Erdogan dûrî Îslamiyetê ne û wiha pê de çû: "AKP û zîhniyeta wê îro çiqasî nimêjê bike û îbadetê bike jî, tiştek ji feraseta Îslamê fêm nekiriye. Ya ku îro li gelê Kurd tê kirin, heman tiştê wê demê li Hz. Mûhammed û hevalên wî hatin kirin e. Li ser navê Îslamiyetê Kurd tên qetilkirin. Yên ku wê demê pêxember û hevalên wî qetil kirin 'muşrîk' bûn. Ya ku îro AKP û dostên wê dike, heman karê muşrîkan e.

Tûrhalli da zanîn, divê Misilmanên rastî li dijî AKP'ê derkevin û got, "Xwedê dibêje 'eger hûn alîkariyê bidin zaliman, hûnê di nava êgir de bişewitin'. Eger Misilmanên rasteqîn naxwazin di nava êgir de bişewitin, divê xwe ji vê rizgar bikin û li cem gelê Kurd ê mezlûm û gelên bindest cih bigirin. Îro bajar, xanî hatine şewitandin, hatine talankirin. Zilmeke mezin tê kirin. Lewma divê hemû Misilman xwedî li gelên bindest derkevin."

'FITRÊN XWE BIŞÎNIN KURDISTANÊ'

Tûrhalli işaret bi piştgiriya hev a Misilman di meha Remezanê de dike û bibîr xist, navê vê alîkarî û piştgiriyê fitre ye. 

Tûrhalli diyar kir, weke Civaka Îslamî ya Kurdistanê ew îsal ji bo gelê xwe yê li Şirnex, Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Geverê fitreyan kom dikin û got, "Hemû mizgeft, komîte û nûnertiyên me di vî warî de dixebitin. Komeleye alîkariyê ya bi navê însan a me heye. Piştî çend rojên din wê nûmarayên hesabê bankayê ji bo alîkariyê bên parvekirin. Gelê me bi vê rêyê dikarin alîkariyê bike. Alîkariyên bên berhevkirin jî wê bi rêya heyetan li hewcedaran bên belavkirin. Em bang li gelê xwe dikin ku fitrên xwe ji gelê Bakurê Kurdistanê re bişîne. Berdêl fitrê îsal ji bo gelê me yê li Ewropayê 10 euro ye."