KCDK-E kongreya xwe lidar xist

KCDK-E di navbera 9-10'ê Hezîranê de kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de Şemse Gulu û Yuksel Koç weke hevserok hatin hilbijartin.

KCDK-E di 9-10'ê Hezîranê de kongreya xwe bi slogana "Bi xwerêveberiyê ve ber bi civaka rêxistinbûyî û Kurdistana azad" lidar xist. Ji bo Hevserokatiya KCDK-E jî Şemse Gulu û Yuksel Koç hatin hilbijartin.

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) encamên kongreya xwe bi danezanekê eşkere kir. Di danezana encamê de hat ragihandin, li ser bingeha azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a aştiyane, azadîparêz û demokratîk li Tirkiye, Sûirye, Îran û Iraqê, wê xebat bên meşandin.

Ji 400 sazî û 26 federasyonên ji 16 welatên Ewropayê û welatên Awûstralya, Kanada û Japonyayê 285 delege tevlî kongreyê bûn.

Di danezana encamê de hat ragihandin, li Kurdistanê û Rojhilata Navîn rewşeke siyasî ya ku çarenûsê diyar dike, heye û hevsengî û statukoyên heyî tên guhertin. Di danezanê de hat destnîşankirin, ku têkoşîna rewa ya gelê Kurdistanê ku bi berdêlên giran dimeşîne, ji bo bi ser ketina doza hebûn û azadiyê derfetên girîng afirandiye. Tevî firsend û derfetên mezin, her wiha bal hat kişandin ser xeteriyên giran ên pêvajoyê. 

Di danezanê de bal hat kişandin ser erk û berpirsyariyen dîrokî yên Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn û hat gotin, "Di kongreya me de biryar hatiye dayîn, ku tevî têkoşîna siyasî û dîplomatîk a li hemberî êrîşên qirkirinê, ji bo xwedîderketina madî û manewî ya li mirovên me, wê xebateke berfireh bimeşîne. Di vê çarçoveyê de banga li Kurdistaniyan, mirovên pêşverû û raya giştî ya demokrat hat kirin, ku bi rengekî aktîf tevlî xebatên kampanya 'malbata bira' bibin.

Di danezana encamê de hat destnîşankirin, ku yek ji armancên bingehîn ên xebatên wan, çareserkirina pirsgirêkên Kurdên li Ewropayê ye û bi vê armancê li ser mijarên civakÎ, perwerde, çandî, hunerî, sprotîf û raya giştî-lobî hin hatin standin.

Di dawiya kongreyê de Şemse Gulu û Yuksel Koç ji bo Hevserokatiya KCDK-E hatin hilbijartin.  Her wiha Desteya Rêveber a ji 55 kesan, ku 22 jê jin in û desteyên kontrol û dîsîplînê yên ji 5 kesan, hatin hilbijartin.

Di danezana encamê de hat destnîşankirin, xebatên dema nû bi giranî wê bi komîsyonên têkiliyên bi gel re, çapemenî, ziman, perwerde, çand-huner, ciwan, jin, têkiliyên derve û proje, spor û baweriyan bên meşandin.

Di danezanê de hat gotin, "Kongreya me li gelê me û civaka Ewropayê pîroz be."

ÇEND JI BIRYARÊN DI KONGREYÊ DE HATINE GIRTIN

Li gorî danezana encamê, çend ji biryarên di kongreyê de hatine girtin bi vî rengî ne:

"- KCDK-E li ser bingeha azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ê zêdeyî 17 sal in di nava tecrîda giran de tê ragirtin, ji bo çareseriya wekhev, azadîparêz, demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê dixebite.

- Ji bo ziman, nasname, çand, rewşa civakî û siyasî ya Kurdên li Ewropayê dijîn li welatên lê dijîn di nava sazî û qanûnan de bên naskirin dixebite, di vî warî de saziyan ava dike û saziyên heyî jî bi pêş ve dibe.

- KCDK-E nasnameya Kurdan diparêze û ji bo bi gelên li welatên lê dijîn re tevbigere, dixebite.

- KCDK-E di çarçoveya têgihiştina civaka pirçandî de ji aliyekî ve ji bo parastin, pêşvebirin û nasnameya nasname û çanda Kurdan dixebite, li aliyê din bi sazî û civakên koçber ên li Ewropayê dijîn re têkiliyeke dostaniyê datîne.

- KCDK-E ji bo jin, ciwan, zarok û mirovên dezavantaj, pîvana cihêkariya pozîtîf esas digire.

- KCDK-E di çarçoveya jiyaneke çêker de, li dijî xisara li hevsengiyên ekolojîk û mafê jiyanê tê kirin têdikoşe, di vî warî de projeyan dafirîne, bi hemû sazî, kom û kesayetên di vî warî de dixebitin, karekî hevpar dimeşîne.

- KCDK-E ji bo agahiyan li ser pirsgirêka Kurd bide û piştgiriyê ji bo çareseriyê peyda bike, li nava civaka Ewropayê û saziyên wê, xebatên raya giştî-lobiyê dimeşîne.

- KCDK-E têkildarî ziman, dîrok û çanda Kurd lêkolînan dike, dide kirin.

- KCDK-E tevî bicihanîna armancên xwe, bi saziyên Kurd ên ne endamên kongreya me ne, dostanî û piştgiriyê esas digire."