Li Şamê êrîşên bombeyî: 9 mirî, 13 birîndar

Li bajarokê Seyyîde Zeynep ê paytexta Sûriye Şamê, ku piraniya şêniyên wê Şîa ne du êrîşên xwekujî hat kirin. Di encama van êrîşan de yek jê bi wesayîta bombebakirî hat kirin, 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 13 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên fermî, êrîş danê sibê li aliyê Diyabbiye û kolana Tiyn ên bajarokê Seyyîde Zeynep hatine lidarxistin.

Di êrîşa li aliyê Diyyabiyeyê de êrîşkar bombeyên li dora xwe pêçandibû teqand.

Êrîşa duyemîn jî li kolana Tiynê bi wesayîteke bombebarkirî hat kirin.

Di encama herû êrîşan de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 13 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Sadr.

Ji ber her du êrîşan xisareke mezin li derdorê bû.