Cenazeyê Yazar ji bo were veşartin ber bi Rihayê ve hat şandin

Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Yazar ê ji ber kansera pişikê jiyana xwe ji dest da, ji bo were veşartin ber bi Rihayê ve hat şandin.

Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Yazar ê ji ber kansera pişikê jiyana xwe ji dest da, ji bo were veşartin ber bi Rihayê ve hat şandin.

Yazar ku ev demek bû li Nexweşxaneya Guven a Enqereyê ji ber kansera pişikê tedawî dibû, danê vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Piştî bihîstina wefata Yazar rêveberên HDP û DBP'ê berê xwe dan nexweşxaneyê. Piştî kar û barên li nexweşxaneyê, cenazeyê Yazar hat wergirtin û ber bi Rihayê ve hat şandin.

Di dema birêkirina cenaze de li ser navê malbatê Abbas Yazar axivî û anî ziman, emrê pismamê wî yazar bi parêzvaniya demokrasî û mafên mirovan derbas bûye û timî li cem bindestan û gelê Kurd cih girtiye.

Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Îbrahîm Bînîcî jî bal kişand ser têkoşîna siyasî ya Yazar û diyar kir, ew siyasetmedearekî girîng bû, ku di tevahiya emrê xwe de ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya.

Cenazeyê Yazar wê li gundê Kuçukordek ê Rihayê, ku lê ji dayik bû, bê veşartin.