Li Danîmarkayê panel û xwarina fitarê
Li Danîmarkayê Komeleya Kurd a Albertslûnd û Civaka Îslam a Kurdistanê bi wesîlaya meha Remezanê hevpar xwarina fitarê dan û bi mijara “Li gel pirsgirêka Kurd perspektîfên Îslamî” panelek hate lidarxistin.

Di panelê de Hevşaredara Hezro û Endama Kongereya Îslama Demokratîk Guler Ozler Ozavci axivî. Ozavci, berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê nirxand. Ji ber ku serkeftinên siyasetmedarên Kurd ên sivîl di pêvajoya aştiyê de bi dest xistin û li gel serkeftinên li Rojava, dewleta Tirk ev hezm nekirine, li dijî daxwazên xwerêveberiya gel û siyasî êrîşên qirkirin û qetlîam pêk tînin.
Ozavci da zanîn ku gelê Kurd li Rojava û Bakur berxwedanên destanwarî dimeşînin, çapemeniya dewletê jî şikestina dewletê dinixumîne.
Hafiz Ahmet Tûrhallî jî di axaftin xwe de diyar kir ku dewleta Tirk ji berê ve bi hinek serok û cemaetên olî dixwazin civakê kontrol bikin.
Tûrhallî anî ziman ku Misilmanan ji Îslama Kuranê dûr dixin û wiha got: “ Heta ku ji vê têkoşîna dewelê rizgar nebin, ji Nîjerya heta Afganîstanê, wê li tevahî erdnîgariyên Îslamê şer berdewam bikin.”
Panel, bi danîna xwarina fitarê û nimêja terawîhan ve bi dawî bû.