Televîzyona Med Nûçe ya ji Ewropayê ji bo ji nû ve avakirina Geverê ya ku ji aliyê hêzên dewletê ve hate hilweşandin bi dirûşmeya “Ji bo me hemûyan Geverê li ber xwe da” weşanê dike, dest bi kampanyaya piştgiriyê kir. Di weşana zindî ya saet 18.00’an destpê kir de hem mêvanên li studyoyê, hem jî di serî de Kurdistan, Tirkiye û Ewropa, welatiyên hestiyar ên ji gelek deverên cîhanê bi rêka telefonê beşdar dibin, piştgiriyê didin gelê Geverê.
Her kesên ku tevlî bernameyê dibin piştgiriyê dikin. Hin welatî alîkariyên madî didin, hin jî ji Geverê dibin xwediyê “malbatên xwişk û bira”. Di weşana rastî eleqeyek mezin hatiye de heta niha bi hezaran eûro alîkarî hatin komkirin.
Hate hînbûn ku weşana taybet a ji bo kampanyayê wê heta derengê şevê bidome. Her wiha, di bernameyê de mêvanên ku dibin xwediyê “malbatên xwişk û bira” jî dikarin bi malbatan re di weşana zindî de baxivin.
Ji bo weşana zindî ya Med Nûçeyê telefon ev in:
00 32 53 68 39 46
00 32 53 68 00 22
00 32 53 64 12 46
Her wiha ji vê lînka jî weşana zindî ya Med Nûçey dikare bê şopandin:
http://mednuce.tv/channel/view/zind-canli-13