Yuksekdag: Dixwestin me têk bibin, lê planên wan têk çûn
Festîvala Çandê ya Dersîmê ya li Ewropayê qediya. Yuksekdag di axaftina xwe ya li qada festîvalê de diyar kir, tevî hemû êrîşên giran ên qirkirinê jî, AKP/Qesr wê nikaribin gelê Kurd teslîm bigirin.
ANF
FRANKFÛRT
yekşem, 12 pûşperê 2016, 12:52
Festîvala Çandê ya Dersîmê ya li Ewropayê qediya. Yuksekdag di axaftina xwe ya li qada festîvalê de diyar kir, tevî hemû êrîşên giran ên qirkirinê jî, AKP/Qesr wê nikaribin gelê Kurd teslîm bigirin. Yuksekdag got, "Wê serî li me bidan tewandin; çi bû? Binêrin em bi serbilindî li ser piyan e." Yuksekdag got, "Êdî tîr ji kevanê pengizî ye. Li Tirkiyeyê wê ti tişt mîna beriya 7'ê Hezîranê nebe."
8. Festîvala Çanda Dersîmê ya li Ewropayê, bi tevlîbûna bi hezaran kesî li bajarê Elmanya Frankfûrtê pêk hat.
Festîvala li Rebstokparkê, bi panela bi mijara "Ji Qirkirina Dersîmê heta roja îro xwerêveberî û xweseriya Dersîmê" destpê kir. Panela ji aliyê rojnamevan Bakî Gul ve hat birêvebirin, parêzer Erdal Dogan, Hawirdorparêz Haydar Çetînkaya, Lêkolînker-Nivîskar Kazim Cîhan û Lêkolîner-Nivîskar Erdogan Yalgin weke qiseker beşdar bûn.
Bernameya roja destpêkê ya festîvalê bi stranên Sena Dersîmî û Yildiz aslan qediya. Roja Şemiyê jî li ser mijara "Ji dema bihurî heta roja îro, di çanda Dersîmê de rola jinê" panelek hat lidarxistin. Qisekerên vê panelê jî Ozlem Kirmizitoprak, Ebîde Şahîn û Ozlem Ûç bûn.
Bernameya festîvalê bi gulbenga Pîr Riza Yagmûr dewam kir. Piştre li ser navê Komîteya Amadekar Erdogan Yalgin axivî û banga xwedîderketina li zimanê Kurdî kir.
'BERÊ XWE BIDIN WELÊT'
Di panelên li qada festîvalê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê Tûgba Hezer, Alîcan Onlu, Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn, Şaredarê Pulurê Mehmet Maçoglû, Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr û Parlamenterê Dîe Lînke yê Hessenê Dr. Ûlrîch Wîlken axivîn.
Hezer di axaftina xwe ya li vir de got, "Em li dijî zilma zalim bi serbilindî têdikoşin. Me Dersîm, Cizîr, Sûr şewitandin, xera kirin. Lê em bi xweliyên wan ji nû ve şîn bûn."
Hevşaredara Dersîmê Nûrhaya Altûn jî da xuyakirin, ku mîna serdema Qirkirina Dersîmê AKP/Qesr êrîşî bajarên Kurdistanê dikin û got, "Girîng e gelê me yê li Ewropayê berê xwe bidin welêt."
Dr. Wîlken jî ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê bang li dewleta Elman kir.
YUKSEKDAG: JI WAN NEHAT SERÎ LI ME BIDIN TEWANDIN
Yuksekdag jî bal kişand ser pêkanînên dagirkeriyê yên AKP/Qesr li Dersîmê û tevahiya Kurdistanê dimeşînin û got, "Em hevrêyên Seyîd Riza, Alîşêr û Zarîfe ne. Em hevrêyên Sakîne, Cafer in. Li van Qesrê û hêzên şer ên li Tirkiyeyê bû dert, ku li pêşberî wan berxwedana gelekî serî natewîne heye."
Yuksekdag bibîr xist, piştî serketina wan a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de AKP/Qesrê şer daye destpêkirin, lê tevî vê yekê jî jê nehatiye wan teslîm bigirin. Yuksekdag got, "Nikarin pêşî li destketiyên me bigirin. Wê li ber bê bikevin û winda bibin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Wê serî li me bidan tewandin; çi bû? Binêrin em bi serbilindî li ser piyan e! Heta pitika di zikê dayikê de jî ukştin. Ewilî gotin 'Em ê di nava sê mehan de wan tine bikin'. Gel li ber xwe da. Nebû. Piştre gotin 'pênc meh'. Ew jî nebû. Gotin '8 meh, salek...' Di rewşa heyî de ew plana wan a têkbirinê bi xwe têk çûye.
Yuksekdag nerazîbûneke tund nîşanî pêşnûme qanûna erkê dide leşkerên qetlîamker û rakirina destnedana parlamenteran da û got, "HDP siberoja Tirkiyeyê ye. Wê nikaribin ji vê rizgar bibin. Êdî tîr ji kevanê pengizî ye. Li Tirkiyeyê wê ti tişt mîna beriya 7'ê Hezîranê nebe. Em ji mîlyonan pêk tên. Ji wan heye ku bi girtina me re wê xwe ji dayîna hesab rizgar bikin. HDP ne li cihekî ye, li her cihî ye."
Yuksekdag di dawiya axaftina xwe de silav da şervanên li Rojava.