Serokê Şîî Sadr: Ji bo Remezanê em navberê didinê, piştre bi milyonan dakevin qadan
Serokê Şîî yê Iraqê Sadr, bang li aliyan kir ku di meha Remezanê de xwepêşandanan nekin û got: “Piştî Remezanê bi beşdariya milyonan ji bo xwepêşandanan amade bin.”
Serokê Şîî yê Iraqê Sadr, bang li aliyan kir ku di meha Remezanê de xwepêşandanan nekin û got: “Piştî Remezanê bi beşdariya milyonan ji bo xwepêşandanan amade bin.”
Serokê Şîî yê Iraqê Mûkteda El Sadr bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ji bo xwepêşandan di nava aştî û bêtundiyê derbas bibe hişyarî da, da zanîn ku çalakvan ziyanê nedin avahiyên partiyan, lê avahiyên dewletê bikin hedef.
Sadr bang li Komîsyona ku bi nelirêtiyê re jî mijûl dibe kir, daxwaz kir ku xwepêşandanên çalakvanên ku serî li şidetê dane neyên cezakirin, hişyarî da hikûmetê ku li hember xwepêşandanan şîdetê bi kar nînin.
‘PIŞTÎ REMEZANÊ AMADE BIN’
Sadr destnîşan kir ku di Remezanê de daxwaza reforman mîna îbadetê ye, bang li çalakvanan kir ku di meha Remezanê de xwepêşandanan li dar nexînin, daxwaz kir ku piştî remezanê bi beşdariya milyonan ve ji çalakiyan re amade bin.
Di daxuyaniya duh a Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî de jî êrîşên li hember Meclîsa Îslama Bilind û Partiya Dewleta Îslam a li bajarên Başûrê Iraqê hatibûn rexnekirin, hate gotin ku di bin navê xwepêşandanan de şewitandin û talankirina buroyên rêxistinên civakî û girseyî nayê qebûlkirin.
Piştî daxuyaniya Ebadî ya ku der barê rexnekirina xwepêşandanan de biryargirtina Sadr a bi vî awayî bal kişand.