Li Bremenhavenê meş, li Hîldesheîmê konê agahdarkirinê
Polîtîkayên komkujiyê yên hikûmeta AKP li Kurdistanê dimeşîne û rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, li bajarên Bremenhaven û Hîldesheîmê yên li Elmanyayê hatin şermezarkirin.

BREMENHAVEN
Li Bremenhavenê bi pêşengiya Ciwanên Azad, li dijî êrîşên qirkirinê yên li Nisêbînê û rakirina destnedana parlamenterên HPD'ê çalakiyek hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî çalakiyê bûn.
Di mîtînga li navenda bajêr de dirûşmeya "Bijî piştgiriya gelan" hat qîrîn.
Nûnerê Ciwanên Azad li vir daxuyanî da û bi taybetî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di daxuyaniyê de bêdengiya Ewropayê hat şermerzarkirin. Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.
HÎLDESHEÎM
Li bajarê Elmanya Hîldesheîmê jî konê agahdarkirinê li pêşiya dêra Jakobî hat vedan û 2 rojan gelek belavok hatin belavkirin, wêneyên ji sûcên şer ên AKP'ê li Kurdistanê hatine kirin, hatin nîşandan.
Li vê stantê pêşniyar li şêniyên Hîlhesheîmê hat kirin ku ji bo betlaneyê neçin Tirkiyeyê û nebin hevparê sûcên AKP'ê.