ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Ispartayê girtin, li Şirnexê binçavkirin
Li Ispartayê 8 kes hatin girtin, li Şirnexê jî du kes hatin binçavkirin. -
HDP'ê serî li DDB da, ji bo 110 îmzeyan bang kir
HDP'ê, ji bo betalkirina biryara rakirina destnedana parlamenteran daxwaznameyek ji Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) re nivîsand û ji bo berhevdana îmzeyên 110 parlamenteran banga lezgîn kir. -
KCDK-E ji bo nobeda li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), ji bo çalakiya nobedê ya li Strasboûrgê, ku wê di 19-25'ê Hezîranê de pêk were, banga tevlîbûnê li nûnerên hemû sazî û navendên civaka demokratîk ên li Ewropayê kir. -
Demîrtaş bi Schûlz re civiya
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û heyeta li gel, bi Serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Schûlz re civiya. -
Demîrtaş bi Nûnera Polîtîkayên Derve ya YE Mogherînî re civiya
Heyeta ku di serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de li Brukselê hevdîtinên ji asta bilind li dar xistin. Heyetê, bi Nûnera Polîtîkayên Derve ya YE’ê Mogherînî re civînek li dar xist. -
HDP: Divê desthilatiya Qesr û AKP’ê hedê xwe bizanibe!
Wekîlên Hevserokên Koma HDP’ê li dijî operasyona û bêhiqûqiya li dijî partiya xwe nerazîbûn nîşan dan, got: “Divê desthilatiya Qesr û AKP’ê hedê xwe bizanibe.” -
YE: Ji bo serbestiya vîzeyê Tirkiye di pîvanan de bi pêş ve naçe
Komîsyona YE ragihand ku Tirkiye daxwazên di meha Hezîranê de ya ji bo serbestiya vîzeyê bi cih nanîne . Li gorî komîsyonê, Tirkiyeyê di vê meha dawî de di ti kirîteran de bi pêş ve neçûye. -
HDP: Qesr, tevahî bindestan dike hedef
HDP’ê got; “Îro êrîşên desthilatiya Qesr-AKP’ê ne tenê li dijî HDP’ê, di serî de karker, kedkar, tevahî bindestan dike hedef.” -
Ozgur Gundem di hedefê de ye
Şaxa ÎHD’ê ya li Stenbolê, li dijî cezayê li Hevgerînendeya Weşanê ya berê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Parêzer Eren Keskîn û Midûra berê ya Karên Nivîsê Reyhan Çapan re hatiye birîn, li TGC’ê daxuyanî da. -
Belçîka: Komek ji çeteyan ji bo komkujiyê bike di ser Tirkiyeyê re hatiye Ewropayê
Rayedarên Belçîkî îdîa kirin, çeteyên DAIŞ'ê ji bo li Ewropayê komkujiyê bikin komek ji endamên xwe di ser Tirkiyeyê re şandine Ewropayê. -
HDP'ê nerazîbûn nîşanî serdegirtina mala Yuksekdag da
HDP'ê nerazîbûn nîşanî serdegirtina mala Yuksekdag da û got, "Yekane hiqûqa derbasdar a heyî, 'Hiqûqa Qesrê' ye." -
35 akademîsyenên aştîxwaz ji kar hatin derxistin
Serokê Giştî yê Egîtîm-Senê Karaca da zanîn, 35 akademîsyenên aştîxwaz ji kar hatine derxistin. -
Li Arnavûtkoy a Stenbolê gule li polîsan hat reşandin
Li Arnavûtkoy a Stenbolê bi tivinga pompeyî gule li polîsan hat reşandin. Midûrê emniyeta navçeyê û polîsek birîndar bû. -
Tirkiyeyê hemû qanûnên neteweyî û navneteweyî binpê kir
Nûnerê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî li konferansa li NY axivî û diyar kir, Tirkiyeyê di şerê li dijî PKK'ê de hemû qanûnên neteweyî û navneteweyî binpê kiriye. Parêzer Gamze Yalçin jî destnîşan kir, ku binpêkirina mafên mirovan derketiye asta herî bilind. -
Dadgehê îtiraz qebûl kir, rûniştina doza Arslan wê sibe pêk were
13. Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê, ku ji malbat û parêzerê malbata Nûrcan Arslan re negot û rûniştina dozê pêk anî, îtiraza parêzeran qebûl kir û biryar da sibe saet di 13:30 de rûniştinê pêk bîne. -
Îşkenceya li Ozdemîr ê HPG'yî tê kirin, dewam dike!
Îşkenceya di dema girtina Denîz Ozdemîr ê HPG'yî destpê kir, li girtîgehê jî dewam dike. Ewilî cerdevan û leşkerên Tirk cixare li ser bedena wî vemirandin. Hat hînbûn gelek hestiyên Ozdemîr hatine şikandin. -
Li Ispartayê 45 kes hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Ispartayê 45 kes hatin binçavkirin. -
Di serdegirtina malan de gelek ESP'yî hatin binçavkirin
Hêzên dewleta Tirk li Stenbolê bi malên endamên ESP'ê de girtin. Di serdegirtinan de 13 endamên ESP'ê hatin binçavkirin. -
'Em ji bo edaletê li hev bicivin'
Malbatên şehîdên Gezî, Roboskî, Enqere û Pirsûsê diyar kirin, ew ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin û bang li her kesî kirin, ji bo edaletê li hev bicivin. -
Arat: Em natirsin, hîn bibin; em li vir in!
Berdevka Komeleya Piştgiriya LGBTÎ ya Stenbolê Kivilcim Arat, êrîşên li hemberî LGBTÎ'yan ên zêde bûne nirxand û got, "Em natirsin, hîn bibin; em li vir in." -
DAIŞ'ê mirovên sivîl ji xwe re kirine mertal
Hejmara mirovên ji ber Operasyona Fellûceyê ya artêşa Iraqê ji bajêr reviyan, zêde dibe. Mirovên li bajêr man e jî, ji aliyê DAIŞ'ê e weke mertal tên bikaranîn. -
Pirtûka Ocalan li Barcelonayê bal kişand
Pirtûka yekemîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku bi zimanên Spanyolî û Katalanî hatiye tercûmekirin, li Barcelonayê bi civînekê hat nasandin. -
Ji bo hunermendan bang: 19’ê Hezîranê xwedî li Teroyan derkevin!
Platforma Jiyana Gurgumê ya Ewropayê banga xwedîderketina Teroyan li hunermendan kir, ji bo konsera 19’ê Hezîranê jî banga tevlîbûnê kir. -
Ji Gelê Teroyan ji bo HDP’ê ziyaret
Gelê Teroyan ê ku li dijî wargeha çeteyan li ber xwe dide, li Enqereyê çû serdana HDP’ê. Di ziyaretê de peyamên domandina berxwedanê hatin dayîn. -
Di êrîşên çeteyan de sivîlekî jiyana xwe ji dest da
Di encama êrîşên bi hawanan ên çeteyan de, li taxa Şêx Meqsûdê sivîlekî jiyana xwe ji dest da.