Artêşa Iraqê ya ku kete bajêr ber bi navendê ve diçe
Artêşa Iraqê ya ku kete Felûceyê ber bi navenda bajêr ve diçe.
Artêşa Iraqê ya ku kete Felûceyê ber bi navenda bajêr ve diçe.
Fermandarê operasyona rizgarkirina Felûce Ebdûlwehab Sedî ragihand ku artêşa Iraqê ji çend aliyan ve kete bajarê Felûce û ber bi navenda bajêr ve diçin.
Her wiha Sedî ragihand ku hêzên dij-terorê, artêş û polîsên Iraqê ji çend aliyan ve ketin bajarê Felûce û taxa Elşuheda ya li başûr rojhilatê bajêr bi tevahî ji bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê derxistiye. Di heman demê de çeteyên DAIŞ’ê li bajêr dorpêç kirine.
Ebdûlwehab Sedî da zanîn ku ev operasyon tenê bi beşdariya hêzên ewlekariya Iraqê hatiye destpêkirin, ango Heşd El Şeebî beşdarî operasyona navenda bajarê Felûcê nebûye.
Felûce ya ser bi parêzgeha Enbarê ku mezintirîn parêzgehe li rojavayê Iraqê ye, ji 23’ê Gulanê ve dest bi Operasyona rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye kirin. Ev bajar 2 sal in di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de ye. Ji dema ku operasyona rizgarkirina Felûcê hatiye destpêkirin û vir ve gelek navçe û gundên wê hatine rizgarkirin. Her wiha hejmareke mezin çete jî hatine kuştin.