Fermandar Faysal Ebû Leyla li Stockholmê hate bibîranîn

Fermandarê Tabûra Şem El-Şemal û endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Faysal Ebû Leyla ku di dema destpêkirina operasyona Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, li paytexta Swêd Stockholmê bi aktivîteyekê hate bibîranîn.

Di bîranînê de wêneyên Ebû Leyla û şervanên ku di operasyona Minbicê de jiyana xwe ji dest dane bi gulan hatin xemilandin û find hatin pêxistin. Di axaftinên merasîmê de hatin diyarkirin ku parastina Rojava û rizgarkirina Minbicê ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke pir mezin e û di vê rêyê de bi hezaran şervanan jiyana xwe ji dest dane.

Di merasîmê de kurapê Ebû Leyla Dr. Azîz axivî û diyar kir ku Ebû Leyla di parastina Kobanê de beşdarî gelek şeran bibû, tevî ku 7 caran jî birîndar bibû, li dijî çeteyên DAIŞ’ê parastina xaka Rojava dewam kir.

Di aktivîteyê de, sînevziyoneke jiyan û têkoşîna Ebû Leyla tîne ziman hate pêşandan.

Aktivîteya ku ji aliyê Navenda Civak Kurd a Demokratîk a Swêd û Rêxistina PYD’ê a Swêdê ve hate lidarxistin, bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

...