Ebû Leyla li Sydneyê hate bibîranîn

Faysal Ebû Leyla, li Sydneyê bi aktivîteyekê hate bibîranîn.

Faysal Ebû Leyla, li Sydneyê bi aktivîteyekê hate bibîranîn.

Li bajarê Sydney ê Awûstûryayê Navenda Civaka Kurd a Demrokratîk (NCKD), Fermandarê Tabûra Şems El-Şemal û endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Faysal Ebû Leyla yê ku jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî.

Di aktivîteya ku bi rêzgirtinê destpê kir de sînevziyon hate pêşandan, nameya Ebû Leyla ya ji bo keça xwe nivîsandibû hate xwendin.

Di aktivîteyê de li ser navê organîzasyonê Hunermend Xanemîr û Hevseroka NCKD Ronahî Xendîl axaftin kirin.

Di aktivîteyên de nirxandinên li ser pêvajoyên siyasî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn hatin kirin, banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.

...