Siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Yazar jiyana xwe ji dest da

Siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Yazar, ji ber kansera pişikê li nexweşxaneya Enqereyê jiyana xwe ji dest da. Yazar wê li Rihayê were veşartin.

Siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Yazar, ji ber kansera pişikê li nexweşxaneya Enqereyê jiyana xwe ji dest da. Yazar wê li Rihayê were veşartin.

Ferîdûna Yazar ê wezîfeya ku Serokatiya Giştî ya HEP'ê kir, li Enqereyê jiyana xwe ji dest da. Yazar ev demek bû li Nexweşxaneya Guven a Enqereyê ji ber kansera pişikê dihat dermankirin. Siyasetmedar Yazar îro danê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku hat bihîstin wefat kiriye, xizm û hezkiriyên wî çûn nexweşxaneyê. Cenazeyê Yazar wê îro danê nîvro bibin Rihayê.

Piştî merasîma ji aliyê DBP û HDP'ê ve were organîzekirin, wê cenazeyê Yazar li gundê Kuçukordek ê lê ji dayik bûye, bê veşartin.

YAZAR KÎ YE ? 

Yazar di sala 1944'an de li Rihayê hat dinê, di sala 1971'an de ji ber doza Ocaxên Çanda Rojihilat a Şoreşgeran (DDKO) hat girtin û li Girtîgeha Amedê hat ragirtin. Di sala 1977'an de li Rihayê ji CHP'ê wekî şaredarê Rihayê hat hilbijartin. Di 12'ê Îlona sala 1980 de ji peywirê hat girtin û avêtin girtîgehê. Dema 7 wekîl ji SHP'ê hatin avêtin, wî ji bi 12 kesan re dest ji serokatiya bajêr berda. Yazar piştre bû Serokê Giştî yê HEP'ê, di sala 1998'an de ji ber xala 8. a Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMY) re hat girtin. Yazar di pêvajoya avakirina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de cih girt. Yek ji du keçên Yazar di erdheja 17'ê Tebaxê ya li Yalova de jiyana xwe ji dest da. Yazar herî dawî di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de li Rihayê namzetiya xwe ji bo wekîltiya HDP'ê danî.