Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hûrşît Kulter pirsîn

Dayikên Şemiyê di çalakiyên xwe yên îro de li aqûbeta rêveberê DBP'ê yê Şirnexê hûrşît Kulter pirsîn. Dayikan ji rayedaran gotin, "Bersiveke rast bidin pirsa me."

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbesta xizmên xwe yên di binê çavan de hatin windakirin bipirsin û ji bo darizandina kiryaran daxwaza edaletê bikin, di hefteya 585. de li Meydana Galatasarayê li hev civiyan. Dayikan pankarta bi nivîsa "Kiryar diyar in, winda li ku ne" vekirin û wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hildan. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter û Hasan Aksû yê di sala 1994'an de li gundê Siltik ê navçeya Mêrdîn Dêrikê piştî ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin hat windakirin, pirsîn.

Xizmên windayan ji bo balê bikişînin ser rewşa Kulter dowîzên bi nivîsa "Serokwezîr Bînalî Yildirim Hûrşît Kulter li ku ye?" bilind kirin.

Di çalakiyê de ewilî dayika Mûrat Yildiz ê di binê çavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz peyivî û diyar kir, ji bo careke din mirov di binê çavan de neyên windakirin, ew çalakiya rûniştinê pêk tînin. Yildiz got, "Ev 13 sal in AKP li desthilatdariyê ye. Berpirsyariya zîhniyeta salên 80'ê, 90'î qebûl nake. Lê bi heman zîhniyetê mirovan winda dike." Dayik Yildiz bang li hilbijêrên AKP'yî kir û got, "Gelo we ev kes, ji bo zilmê bikin, ji bo komkujiyê bikin hilbijartin? Ez bang li malbatên polîsan jî dikim. Hûn navnîşanê li cihekî şaş digerin. Eger hûn dibêjin 'me hilbijartine' wê demê hîn bêhtir bimirin. Tiştekî em winda bikin nîne."

Xwişka Hayrettîn Eren Îkbal Eren jî li aqûbeta Hûrşît Kulter pirsî û got, "We gotin, me bûyerên salên 80'ê, 90'î nekirin, em jê ne berpirsyar in. Baş e, Hûrşît Kutler bi berpirsyariya kê hati windakirin. Hûn wî li ku radigirin, hûn li ku vedişêrin? Hûrşît Kulter bidin me."

Piştî axaftinan, Leyla Havva Kaya daxuyaniya çapemeniyê ya hefteyê da û got, "Mafê me yê civakî ye ku em zanibin çi bi serê Hûrşît Kulter hatiye. Û em dixwazin zaninbin. Hûrşît Kulter li ku ye?" Kaya ji Wezîrê Parastina Milî Fîkrî Işik û Serokê Fermandariya Giştî Hûlîsî Akar xwest, bersivê bide îdîayên dibêjin Hûrşît Kulter li 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor tê ragirtin û îşkence lê hatiye kirin. Kaya got, "Em dixwazin bersiveke rast ji pirsa me re bê dayîn."

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştê bi dawî bû.