Bi beşdarbûna hezaran kesan Festîvala Dersîm a Ewropayê destpê kir

Li Frankfûrtê Festîvala Çandê ya Dersîmê destpê kir. Di festîvalê de bertek li hember qetlîamên AKP’ê hatin nîşandan. Wê di festîvalê de Yuksekdag jî baxive.

Li Frankfûrtê Festîvala Çandê ya Dersîmê destpê kir. Di festîvalê de bertek li hember qetlîamên AKP’ê hatin nîşandan. Wê di festîvalê de Yuksekdag jî baxive.

8. Festîvala Çandê ya Dersîmê ya Ewropayê, bi beşdariya bi hezaran kesî li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê destpê kir.

Festîvala ku li Rebstockparkê hate lidarxistin, bi rêzgirtinê di kesayeta Seyîd Riza û hemû kesayetên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.

Di festîvalê de Federasyona Elewî ya Demokratîk (FEDA), Federasyona Yekîtiya Dersîm a Demokratîk a Ewropayê (ADEF), Komeleya Kûrmeş, Cemiyeta Ji Nû Ve Avakirinê ya Dersîmê, Komeleya Dijberî Qirkirina 1938’an a Dersîmê û Komeleya Pilûr a Spor a Dersîmê û gelek komele, federesyon û sazî organîze dikin.

Di Festîvalê de li ser navê FEDA’yê Erdogan Yalgin axivî û êrîşên qirkirinê yên çeteyê AKP/Qesrê yên li Bakurê Kurdistanê lenet kirin. Yalgin, spasiya kesên ku piştgiriya Kurmancî dikin jî kir.

Di festivala ku bi guhdarkirina mûzîkê dewam dike de, wê Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî baxive.

 

...