Ozgur Gundem di hedefê de ye

Şaxa ÎHD’ê ya li Stenbolê, li dijî cezayê li Hevgerînendeya Weşanê ya berê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Parêzer Eren Keskîn û Midûra berê ya Karên Nivîsê Reyhan Çapan re hatiye birîn, li TGC’ê daxuyanî da.

Şaxa ÎHD’ê ya li Stenbolê, li dijî cezayê 3 sal û 9 mehan hepsê yên ku li Hevgerînendeya Weşanê ya berê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Parêzer Eren Keskîn û Midûra berê ya Karên Nivîsê Reyhan Çapan re hatiye birîn, li Cemiyeta Rojnamegerên Azad (TGC) daxuyanî da. Di daxuyaniya ku Eren Keskîn û Reyhan Çapan jî amade bûn de bal hate kişandin ku tevahî rojnamegerên hewl didin rastiyan derxînin holê di hedefa rêveberiyê de ne.

Şaxa ÎHD’ê ya li Stenbolê, cezayê girtîgehê yê ku bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kirine” 3 sal û 9 mehan li Hevgerînendeya Weşanê ya berê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Parêzer Eren Keskîn û Midûra berê ya Karên Nivîsê Reyhan Çapan re ji ber nûçe û gotarên di Rojnameya Ozgur Gundemê de hatine weşandin de hatiye birîn, li TGC’ê bi daxuyaniyek çapemeniyê ve protesto kir. Di daxuyaniya ku Eren Keskîn, Reyhan Çapan, Rojnamegera Serbest Kûmrû Başar û xebatkarên Ozgur Gundemê jî amade bûn de peyam hate dayîn ku wê çapemeniya azad bêdeng nebe. Li ser navê ÎHD’ê, rêvebera ÎHD’ê Evrîm Baykondû daxuyaniya çapemeniyê xwend, diyar kir ku ji Tirmeha 2015’an û vir ve der heqê her hejmarek Rojnameya Ozgur Gundemê lêpirsîn hatine destpêkirin.

Baykondû destnîşan kir ku ji ber xebatên rojnamegertiyê daraza Eren Keskîn ku bi armanca piştevaniyê demekê Hevgerînendetiya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê kir, cezadayina wê û her wiha lêpirsînên der heqê gerînendeyên weşanê yên bi hestên piştevaniyê nobedê digirin, derbeyek li dijî azadiya fikir û ramanan e, got: “Tevahî rojnamegerên ku mûxalîf, rojnamegertiyê dikin û hewl didin rastiyê derxin holê, di hedefa rêveberiyê de ne.”

 ‘MAFÊ NÛÇEGIRTINÊ TÊ MAHKÛMKIRIN’

Baykondû rewşa rojnamegerên Tirkiyeyê, bi hin beşên ji rapora rêxistina Rojnamevanên Sînornenas vegot, bi bîr xist ku Tirkiye, di azadiya çapemeniyê de di nav 180 welatan de di rêza 151’emîn de cih digirin, di girtîgehan de jî 35 rojnameger hene. Baykondû bal kişand ku tenê ji xebatkarên DÎHA’yê 17 rojnameger girtî ne, got: “Notên azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê ji ber lêpirsîn û zextên li ser rojnameyan wisa paşde mayiye. Eger daraz wek amûrekî zextê li ser çapemeniyê tê bikaranîn, ev jî nîşan dide ku bi awayekî lezûbez ji dewleta hiqûqê dûrketin çêdibe. Xebatên rojnamegertiyê, mafê nûçegirtinê ya gel e. Bi biryarên darazê yên xwe naspêre hiqûqê ve, mafê nûçegirtin û azadiya îfadeyê ya gel tê mehkûmkirin.”

Baykondû bi bîr xist ku bi van cezayên li dijî rojname û rojnameger bi armanca bêdengkirina çapemeniya mûxalîf û fikrên pirrengî ne, got: “Lê, sedsala 21’emîn de divê êdî xebatkarên çapemeniyê, rojnameger bêyî bi ti sazî û dezgehan girêdayî bimînin divê fikrên xwe di çarçoveya pîvanên xwe de bi awayekî rehet, azad û bêalî ji mirovan re ragihînin û îfade bikin.” Baykondû destnîşan kir ku wê piştevaniyê bidomînin.

‘OZGUR GUNDEM JI BO MIN MÛSA ENTER E’

Piştî daxuyaniyê parêzerê parêzvanê mafê mirovan Eren Keskîn mafê axaftinê girt û wiha got: “Di erdnîgariya me de ti demê azadiya çapemeniyê nebûye.” Keskîn diyar kir ku bi taybet çapemeniya Kurd ti demê mîna vê demê di bin zextan de nemaye.

Keskîn da zanîn ku di Hevgerînendeya Giştî ya Weşana rojnameya Ozgur Gundemê xebitîna wê ya demekê ji bo wê pir bi watedar e. Keskîn anî ziman ku di rojên ku rojnameyê kete weşanê û şûn de parêzeriya wê û qûncik nivîsî jî kiriye û bi saya rojnameyê bi mirovên mîna Mûsa Enter yên hêjare nasîbûna wê çêbûye. Keskîn diyar kir ku Ozgur Gundem temsîliya çapemeniya azad dike û wiha axivî: “Ozgur Gundem ji bo min mîna Apê Mûsa ye, Firat Tepe, Huseyîn Deniz e.”Keskîn bi bîr xist ku li Kurdistanê navnîşana nûçeyên îxlalkirina mafan, sûcên ser rojnameya Ozgur Gundem e, diyar kir ku divê her kes Ozgur Gundemê bixwîne.

BEŞER: EGER DOZ HATIBE VEKIRIN DIYAR E EM LI SER RÊYA RAST IN

Piştî Keskîn Rojnamevana Serbest Kûmrû Beşer mafê axaftinê girt û diyar kir ku ji bo li Tirkiyeyê rastiyan fêr bibin rêya herî saxlem şopandina DÎHA, JINHA û Ozgur Gundem e. Beşer anî ziman ku di vê demê ku rastî tê nixumandin, dengên cuda tên astengkirin divê her kes xwedî li çapemeniya azad derkeve. Beşer da zanîn ku Nobeda Nûçeyan a ku ji bo piştgiriyê ya ku di nava rojnamevanan de hatiye kirin kêmek jî be dorpêça desthilatê hatiye şikandin, destnîşan kir ku divê ev nobeda nûçeyan bi şêwazên cuda jî bên pêşxistin. Beşer wiha axivî: “Di welatekî de azadiya çapemeniyê û mafê nûçegirtinê yan heye yan jî nîne, nîvco nabe.” Her wiha Beşer wiha anî ziman: “Em weke rojnamevan di vî warî de tişta bikeve ser milê me, em ê bi cih bînin û dozên ku der barê me de hatine vekirin jî em pê kêfxweş in. Ji ber ku ev doz ji bo me dide nîşandan ku em di rêya rast de ne.”

...