KCDK-E ji bo nobeda li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), ji bo çalakiya nobedê ya li Strasboûrgê, ku wê di 19-25'ê Hezîranê de pêk were, banga tevlîbûnê li nûnerên hemû sazî û navendên civaka demokratîk ên li Ewropayê kir.

Di daxuyaniyê de ji bo çalakiya bi navê "Em ji bo azadiya Rêber Apo, nobedê digirin" banga tevlîbûnê hat kirin. KCDK-E diyar kir, di navbera 19-25'ê Hezîranê de wê li Strasboûrgê çalakiyeke taybet a nobedê bê lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, roja 23'ê Hezîranê wê bi beşdariya wekîlên HDP'yî, dostên biyanî û Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê bê lidarxistin û bang li hemû Kurdistanî, welatparêz, demokrat, rewşenbîr, jin û ciwanan hat kirin ji bo tevlî çalakiyê bibin.

Di dewama daxuyaniya KCDK-E de bal hat kişandin ser plana qirkirinê ya dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd xistiye meriyetê û hat gotin, "Dewleat Tirk, polîtîkaya xwe ya qirkirinê bi tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan da destpêkirin. Dewleta Tirk ku jê heye bi tecrîdkirina Rêber Apo dikare gelek tiştan bike, zêdeyî saleke li Îmraliyê tecrîdê her dişidîne. Erdogan û AKP, tecrîdê li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê weke amûreke şantajê bi kar tîne. Erdogan/AKP hem pêvajoya aştiyê ji holê rakir, hem pêşî li şerekî dijwar vekir, hem jî tecrîda li ser Rêber Apo giran kir."

KCDK-E bibîr xist, nêzîkatiya li Ocalan nêzîkatiya li gelê Kurd e û destnîşan kir, tecrîd tê wateya şerekî dijwar ê bêdawî.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, gelê Kurd ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve agahiyê ji Ocalan nagire, lewma di nava fikaran de ye û hat gotin, "Ji ber vê yekê, çalakiya 'Em ji bo azadiya Serok Apo nobedê digirin' ku di 25'ê Hezîranê dikeve sala xwe ya 4. bêhtir watedar dibe. Çalakiya nobedê ya beriya niha bi 4 salan li ber Konseya Ewropayê, Parlamenta Ewropayê û CPT destpê kir, bi rengekî bênavber dewam dike. Her hefte 5 kes nobedê digirin. Ev çalakî wê heta azadiya Serok Apo dewam bike. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurd û dostên wan wê hîn bêhtir xwedî li çalakiya nobedê derkevin û têkoşînê mezintir bikin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji bo azadiya Serok Apo pêwîstî bi hîn bêhtir têkoşînê, hîn bêhtir çalakiyê, hîn bêhtir tevgerê heye. Serketina xweseriya demokratîk, serketina têkoşîna Cizîr, Sûr, Silopiya, Şirnex û herêmên din ên Kurdistanê, bi azadiya Serok Apo ve girêdayî ye.

Ji ber vê yekê, di sala 4. a çalakiya 'Em ji bo azadiya Serok Apo nobedê digirin' de wê nûnerên KCDK-E, hemû sazî û navendên civaka demokratîk di navbera 19-25'ê Hezîranê de beşdarî çalakiya 'NOBEDA TAYBET' a hefteyekê bibin. Di 23'ê Hezîrana 2016'an de wê bi beşdariya wekîlên HDP'yî, dostên me yên biyanî û Tirkiyeyî daxuyaniyeke girseyî ji bo çapemeniyê wer dayîn. Em bang li Kurdistanî, welatparêz, demokrat, rewşenbîr, jin, ciwan bi kurtasî her kesên dixwazin Ocalan azad bibe dikin, ku tevlî vê çalakiyê bibin."