Parlamenta Ûkranyayê peymana bi DYE’yê re erê kir

Parlamenta Ûkranyayê Rada, peymana dîrokî ya bi DYE’yê re ku beriya hefteyekê li ser bikaranîna çavkaniyên xwezayî hatibû ragihandin erê kir.

Wezîrê Aboriyê yê Ûkranyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku, Parlamenta Ûkraynayê peymana hevkariya aborî ya "dîrokî" ya bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re li ser bikaranîna çavkaniyên xwezayî, erê kir.

Tevî ku Peyman cih nade garantiyên ewlehiyê jî, Wezîra Aboriyê ya Ûkraynayê Yulia Svyrydenko hêvî dike ku ev peyman rê li ber alîkariya leşkerî ya zêdetir ji Dewletên Yekbûyî re veke.

Peyman rê dide şîrketên Emerîkî ku li Ûkrayna çavkaniyên maden, neft û gazê bi dest bixin.