HDP'ê serî li DDB da, ji bo 110 îmzeyan bang kir

HDP'ê, ji bo betalkirina biryara rakirina destnedana parlamenteran daxwaznameyek ji Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) re nivîsand û ji bo berhevdana îmzeyên 110 parlamenteran banga lezgîn kir.

Alîkara Hevserokên HDP'ê ya ji Karên Hiqûqê Berpirsyar Aysel Tûglûk û Endamê Komîteya Destûra Bingehîn a Meclîsê Mîthat Sancar, ji bo betalkirina guherina destûra bingehîn a li ser rakirina destnedana wekîlan, daxwaznameyek amade kirin û banga îmzeyê kirin.

Daxwaznameya ku heta niha 58 îmze li binî hene, dema 110 îmze temam bûn, wê pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn bê kirin.

Di daxwaznameya ji Serokatiya Dadgeha Destûra Bingehîn re hatiye nivîsandin de, weke dozdaran îmzeyên Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û Cîgirên Serokê Komê Çaglar Demîrel û Îdrîs Balûken hene.

Di daxwaznameyê de hat ragihandin, xala 20. a demkî ya di vî warî de hatiye amadekirin, li dijî xalên 2, 4, 83 û 148. ên destûra bingehîn in û hat xwestin bê betalkirin.