13. Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê, ku ji malbat û parêzerê malbata Nûrcan Arslan re negot û rûniştina dozê pêk anî, îtiraza parêzeran qebûl kir û biryar da sibe saet di 13:30 de rûniştinê pêk bîne. Malbata Arslan wê sibe saet di 13:00 de li ber edliyeyê daxuyaniyê bide çapemeniyê.
Keyayê berê yê gundê taxa Kûrtûlûş a navçeya Almûs a Tokatê Abdullah Melîh Bariş, ji ber ku Nûrcan Arslan a 40 salî daxwaza wî ya hevaltiyê qebûl nekir, ew qetil kiribû.
13. Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê, tevî ku biryar da bû rûniştina dozê di 16'ê Hezîranê de bê kirin, bêyî ku agahiyê bide malbata Arslan û parêzerê malbatê Sezîn Ûçar, rûniştin di 10'ê Hezîranê de pêk anî bû û îfadeya kujer girtibû.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Sezîn Ûçar da xuyakirin, ku ev rewş li dijî qanûnê ye û duh îtiraz kir. Dadgehê jî ev îtiraz qebûl kir. Rûniştina dozê wê sibe saet di 13:30 de li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê pêk were.
Malbata Nûrcan Arslan wê sibe saet di 13:00 de li ber edliyeyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Malbat wê ji bo hemû jinê ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, daxwaza edaletê bixwaze.