HDP: Divê desthilatiya Qesr û AKP’ê hedê xwe bizanibe!
Wekîlên Hevserokên Koma HDP’ê li dijî operasyona û bêhiqûqiya li dijî partiya xwe nerazîbûn nîşan dan, got: “Divê desthilatiya Qesr û AKP’ê hedê xwe bizanibe.”
Wekîlên Hevserokên Koma HDP’ê li dijî operasyona û bêhiqûqiya li dijî partiya xwe nerazîbûn nîşan dan, got: “Divê desthilatiya Qesr û AKP’ê hedê xwe bizanibe.”
Wekîlên Hevserokên Koma HDP’ê li dijî operasyona û bêhiqûqiya li dijî partiya xwe nerazîbûn nîşan dan, got: “Divê desthilatiya Qesr û AKP’ê hedê xwe bizanibe.”
Wekîlên Hevserokên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çaglar Demîrel û Îdrîs Balûken têkîldarî operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Di encama operasyonên qirkirina siyasî yên bi talîmata hikûmeta Qesr û AKP’ê de, di serî de Hevserokê Giştî yê DBP’ê, rêveber û endam, 1.500 hevalên me yên endamên partî û pêkhateyê wê hatin girtin, hejmara binçavkiriyan jî 5 hezar bihurîn e” wiha dewam kir: “Di çarçoveya polîtîkayên qetlîam û qirkirina siyasî yên li gor konsepta şerê taybet ê Qesrê, destlênedan bi awayekî derveyî Destûra Bingehîn hatin rakirin. Li gor van operasyonên qirkirina siyasî jî tevî endamên Meclîsa Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û endamên Meclîsa Partiya me, 13 kes hatin binçavkirin. Li Ispartayê jî di çarçoveya van operasyonên qirkirina siyasî de îro 23 kes hatin binçavkirin.”
‘NE HEQ Û HEDÊ WE YE!’
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku îkametgeha fermî ya ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag lê dimîne ji aliyê hêzên dewletê bi awayekî derveyî hiqûqî bi ser de hatiye girtin, lêgerîn pêk hatiye û wiha dewam kir: “Lêgerîna mala Hevseroka me ya Giştî, heqareta li zêdetirî 5 mîlyon hilbijêrên me û îradeya gel e. Ne Qesr ne jî desthilatdariya siyasî di şexsê Hevseroka me ya Giştî de nikare gefan li gel bixwe, ne hedê wan e jî.”
Di daxuyaniyê de dîsa bal hat kişandin ku Polîsan li Mûşê êrîşî Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Ahmet Yildirim û hevalên wî yên pê re kirine, wiha dewam kir: “Bê ku belgeyek nivîskî hewl dane li wesayîta meqamê ya fermî bigerin, xebatkar jî bêyî hincet binçav kirin.”
‘EM Ê ÇOKAN NEŞKÎNIN!’
Demîrel û Balûken di dawiya daxuyaniyê de wiha gotin:
“Em van operasyonên qirkirina siyasî yên talîmatên wan ji Qesrê tên bi tundî şermezar dikin. Ne Qesr ne AKP’e û ne jî hevkarên wan ên dema nû wê nikaribin ji van çalakiyên xwe yên bêhiqûq encamê bigirin. Divê Qesr û AKP’e yên ku ji bo berjewendiyên xwe welat, bi mîlyonan mirov eşkere eşkere avêtin nav agir vê baş bizanibin, gelên Tirkiyeyê wê vê bêhiqûqiya, vê hiqûqa Qesrê qebûl nekin.
Yên hewl didin çoka li bidin şikandin, heta ku em li hember îradeya gel û hêza wê çokan bi wan bidin şikandin, em ê di qada siyaseta demokratîk de têkoşîna xwe bidomînin.”