Gerîlayên HPG'ê roja 29'ê Gulanê, li hemberî Qereqola Jendermeyan a Zeyrekê ya li navçeya Amed Pasûrê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di dema vê çalakiyê de Denîz Ozdemîr (Bawer Denîz) ê HPG'yî dîl hat girtin û ji hingî ve bi rêk û pêk îşkence lê tê kirin.
Bavê Ozdemîr ê HPG'yî Nacî Ozdemîr, ku kurê xwe li girtîgehê dît û Serokê ÎHD'ê şaxê Edeneyê Îlhan Ongor, agahî dan ANF'ê.
'WÊ HESABÊ VÊ BIDIN'
Bav Nacî Ozdemîr (61) li girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê çû dîtina kurê xwe û ragihand, îşkenceyên gelekî giran li kurê wî hatiye kirin. Bav Ozdemîr diyar kir, li bedena kurê wî hestiyek nema ye ku nehatiye şikandin. Bav Ozdemîr da zanîn, di dema sirgûnê de jî îşkenceyeke giran lê hatiye kirin û lingekî kurê wî hatiye şikandin. Ozdemîr got, "Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye. Dibe ku kurê min li gorî wan sûcdar be, lê belê ev nayê wê wateyê ku mafê wan ê îşkencekirinê heye. Li ti devera cîhanê tiştekî bi vî rengî nîne. Em vê bêhiqûqiyê bi ti awayî qebûl nakin. Ev wehşet e. Di vî warî de ji aliyê hiqûqî ve çi pêwîst be em ê wê bikin. Yên ev bêhiqûqîkirine, wê hesab bidin."
LI HUCREYÊ TÊ RAGIRTIN
Bav Ozdemîr da zanîn, li ser fermana Wezareta Edaletê kurê wî tevî îşkenceya giran a lê hatiye kirin, li hucreya yek kesî hatiye bicihkirin û got, "Piştî îşkenceya giran kurê min xistin hucreyê. Ev di kîjan qanûnê de heye? Bi fermana ji aliyê wezaretê ve hat dayîn, kurê min xistin hucreyê. Nikarîbû hevdîtinê bike. Her derê wî werimî bû, birîn lê der bûbû. Lingekî wî jî girêdayî bû. Bi vî rengî ew xistin hucreyê. Ev zilm di kîjan pirtûkê de dinivîsîne? Kurê min bêxwedî nîne. Ji bo yên ev bêhiqûqî kirine werin cezakirin, em ê bikevin nava hewldanan. Ji xwe me serî li Komeleya Mafên Mirovan dan. Parêzerên me wê şopdarên vê bin."
ONGOR: CIXARE LI SER BEDENA WÎ VEMIRANDIN
Serokê ÎHD Şaxê Edeneyê Ongor jî Ozdemîr li girtîgehê ziyaret kir û anî ziman, ku ji ber dosya Ozdemîr li Amedê ye malbat wê bi rêya ÎHD Şaxê Amedê gilî bike û weke ÎHD Şaxê Edeneyê jî ew ê dozê bişopînin.
Ongor got, "Dema Ozdemîr hat girtin, cerdevanan bi dijwarî li wî dan, îşkence kirin. Piştre ew birin qereqola jendermeyan û li vir jî îşkence lê kirin. Cixare li ser bedena wî vemirandine. Îşkenceyeke gelekî giran lê kirine. Li gelek deverên bedena wî birîn der bûne. Nikare pê li lingê xwe bike." Ongor destnîşan kir, ku weke parêzvanekî mafên mirovan ew bi ti awayî îşkenceyê qebûl nakin û anî ziman, îşkence sûc e.
'BI FERMANA WEZARETA EDALETÊ, HPG'YIYAN DIXIN HUCREYÊ'
Ongor da zanîn, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a ser bi Wezareta Edaletê fermannameyeke veşartî ji girtîgehan re şandiye û di vê fermannameyê de tiştên divê li HPG'yiyên tên girtin bê kirin, tê nîşandan. Ongor diyar kir, di vê fermannameyê de tê xwestin HPG'yî li hucreyên yek kesî bên ragirtin.