ROJANE
Hemû Nûçe
-
Di hevdîtinên destûra destlênedayîna leşkeran de alozî
Di Meclîsa Tirk de, di hevdîtinên destûra girêdayî hikûmetê ya têkîldarî lêpirsîna polîs û leşkeran de alozî derketin. -
Li Elmanyayê di serdegirtina sînemayê de kesek hate kuştin
Li bajarê Vîernheîm ê Elmanyayê hate ragihandin ku kesê hate îdîakirin, li hember salona sînemayê plan dikir ku êrîşê li dar bixe hatiye kuştin. -
Ji bo azadiya Ocalan banga navneteweyî
Gelek parlamenterên Ewropayî û parazvanên mafên mirovan ên ku li ber Konseya Ewropayê civiyan, ji bo azadiya Ocalan bangawazî kirin. -
Li Parîs û Nurnbergê çalakiyên kon ên Ocalan dewam dikin
Li gelek navendên Ewropayê çalakiyên kon û nobetê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. -
Sendîkaya Brîtanyayî ya ji 1.3 mîlyon endaman, ji bo Kurdan banga piştgiriyê kir
Unison, ku duyemîn sendîkaya mezintirîn a Brîtanyayê ye, di konferansa xwe ya salan e de li ser mijara Kurdan civîneke taybet lidar xist. -
Demîrel li Meclîsê pirsî: Hûrşît Kulter li ku ye?
Cîgira Serokê Koma HDP'ê ya Parlamenterê Çaglar Demîrel, rewşa rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter ê bi rojan e agahî jê hatiyê girtin, xist rojeva Meclîsê. -
Nobeda Ozgur Gundemê Babahan dewr girt
Kampanyaya "Rêveberiya Weşana Giştî ya Nobedariyê" îro rojnamevan Ergun Babahan dewr girt. -
Çalakiya ji bo azadiya Ocalan a li Stockholmê dewam dike
Çalakgeran li ser rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê belav belavkirin û ji bo azadiya Ocalan îmze dan hev. -
Ji bo azadiya Ocalan li Frankfûrt, Hambûrg û Dusseldorfê çalakî
Li bajarên Frankfûrt û Dusseldorfê yên Elmanyayê, çalakiyên konê agahdarkirinê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Li Hambûrgê jî di heman çarçoveyê de mîtîng hat lidarxistin. -
Li hemberî Midûriyeta Emniyetê çalakiya bi roketan
Li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Bayindir a Îzmîrê bi roketan çalakiyek hat lidarxistin. -
Parêzerên OHD’î nehatin berdan
Di doza ku parêzerên OHD’ê tên darizandin de biryara berdana Gordegir û Kaçar, her wiha dewamkirina rewşa girtiyên din hate dayîn. -
Konê, ‘’Ji Ocalan re azadî’’ dewrî ciwanan hate kirin
Çalakiya kondanînê ya ku li Stûtggartê ji bo Ocalan tê lidarxistin, Meclîsa Ciwanan a Botanê ya Şehîd Çekdar dewir girt. -
Ji bo îfadeyê bang li Ayhan Bîlgen jî hate kirin
Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen jî ji bo îfadeyê hat xwestin. -
Ji bo Fîncanî, Onderoglu û Nesîn li gelek bajaran çalakî
Ji bo Fîncanî, Onderoglu û Nesîn bi hinceta ku tevlî kampanyaya ‘’Gerînendetiya Nobedar a Weşana Giştî’’ ya ji bo piştevaniya Ozgur Gundemê bibûn, hatibûn girtin, li gelek bajaran çalakiyên protestoyî pêk hatin. -
Ji bo Fîncanci, Nesîn û Onderoglû “Nobeta Azadiyê”
Ji ber girtina Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, Rojamevan Erol Onderoglû û Nivîskar Ahmet Nesin ji aliyê gelek rêxistinên civaka sivîl ve li pêşiya Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê “Nobeta Azadiyê” hate destpêkirin. -
Dozgeriyê bi lezûbez îdîaname amade kir
Der heqê Fîncanci, Nesîn û Onderoglû yên ji ber tevlî kampanyaya “Gerînendetiya Nobedar a Weşana Giştî” ya rojnameya Ozgur Gundemê bûn hatin girtin, ji 3 dosyayê cuda 3 îdîaname hatin amadekirin. -
Yildirim: Bi zorê jî bibin em îfadeyê nadin
Parlamenter Yildirim ê ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mûşê ve ji bo îfadedayînê hatiye xwestin, wiha got: “Ez naçim îfadeyê, eger ku polîs bi zorê jî bibin, ez îfadeyê nadim. Em rê nadin ku ev biryara derqanûnî bikeve meriyetê.” -
MKPE nerazîbûneke tund nîşanî AKP û Erdogan da
Nûnerên MPKE'yê, nerazîbûneke tund li hemberî polîtîkayên dij demokratîk ên AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan nîşan dan û diyar kirin, ku divê li hemberî vê kes bêdeng nemîne. -
Parêznameya hevpar a wekîlên HDP'yî
HDP'ê li hemberî "darbeya destnedanê" di civîna Koma Meclîsê û Desteya Rêveberiya Navendî de parêznameyeke hevpar amade kir. Di vê parêznameya hevpar de wê bê gotin, "Ez ê bersivê nedim ti pirsan, ne bawerim darizandineke adîl bê kirin." -
Demîrtaş: Li dijî AKP’ê/Qesrê em piştevaniyê xurt bikin
Demîrtaş, seriyek da Navenda Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV). Demîrtaş banga xurtkirina piştevaniyê kir, li dijî AKP’ê/Qesrê -
Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan dewam dikin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina operasyonên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê, ji Duşemê ve li paytexta Swêd Stockholmê kon hatiye vedan û çalakî tê lidarxistin. -
Ji bo dayîna îfadeyê bang li 2 parlamenterên HDP'yî hat kirin
Piştî ku destnedana parlamenteriyê hat rakirin, dozgerê Tirk ji bo îfadeyê bang li Parlamenterên HDP'ê yên Mûşê Ahmet Yildirim û Bûrcû Çelîk Ozkan kir. -
Li Hîldesheîmê ji bo 11 rojan kon hat vedan
Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanayyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hat vedan. Çalakî wê 11 rojan dewam bike. -
Ji bo çalakiya sibe ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê hat kirin
Nûnerên 400 saziyên Kurd ên li Strasboûrgê tevlî çalakiya nobedê bûne, ji bo çalakiyên girseyî yên sibe û roja Şemiyê yên li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kirin. -
KCDK-E ji bo çalakiya li Strasboûrgê bang li Kurdan kir
KCDK-E, ji bo civîna çapemeniyê û mîtînga sibe li Strasboûrgê di çarçoveya çalakiya nobedê de werin lidarxistin, banga tevlîbûnê li Kurdan kir.