Ji Gelê Teroyan ji bo HDP’ê ziyaret

Gelê Teroyan ê ku li dijî wargeha çeteyan li ber xwe dide, li Enqereyê çû serdana HDP’ê. Di ziyaretê de peyamên domandina berxwedanê hatin dayîn.

Gelê Teroyan ê ku li dijî wargeha çeteyan li ber xwe dide, li Enqereyê çû serdana HDP’ê. Di ziyaretê de peyamên domandina berxwedanê hatin dayîn.

Heyetek ji nûnerên gel a ji herêma Teroyan a Gurgumê ku li dijî wargeha hewl tê dayîn ji bo çeteyan bê avakirin li ber xwe didin, li Enqereyê HDP û CHP’e ziyaret kirin. Heteyê têkîldarî wargehê fikrên xwe parve kirin û daxwazên xwe yên ji bo çêkirina wargehê bi dawî bibe jî ragihandin.

Heyet, destpêkê çû serdana HDP’ê, li vir ji aliyê Wekîlê Hevserokên Koma HDP’ê Îdrîs Balûken û Parlamenterê Îzmîrê Muslum Dogan hate pêşwazîkirin.

Gelê gund, di ziyaret ali Salona Civînê ya Koma HDP’ê de têkîldarî wargeha penaberan fikarên xwe bi lêv kirin.

BERDEVK: JIYANGEHÊN ME JI DEST ME TÊN GIRTIN

Berdevkê heyetê Salman Akdenîz, ragihand ku têkoşîna wan a li Teroyan di roja 83. de didome. Akdenîz wiha dewam kir: “Têkoşîna me xwedîderketina li jiyana xwe, ax, bîranînên xwe û pêşiyên xwe ye. Jiyangehên me ji dest me tên girtin. Qadên me yên meşê, malên me yên cemê, heta heta malên me ji bo me hatin qedexekirin. Di ketina gund de jî em nasnameyên xwe bi stûyên xwe vedikin.”

BALÛKEN: EM BAWERIYÊ BI HÊZA XWE BÎNIN

Balûken jî ev gotin: “Zîhniyeteke ku guhertina demografîk plan dike, ango qirkirina çandî û qetlîamê esas digire heye. Dixwazin mirovên li gundê Teroyan koçber bikin û li van jiyangehan penaberên nêzî îdeolojiya AKP’ê bi cih bikin. Armanç ne alîkariya bi penaberan e, berevajî dixwazin zîhniyeta DAIŞ’ê li gundê Teroyan şîn bibe. Li dijî vî zîhniyetê qetlîamker, em baweriya xwe bi hêza xwe bînin û têkoşîna xwe bidomînin.”

Her wiha, heyeteke din a ku ji nûnerên taxê yên taxeke li Stenbolê ku bûne mexdûrên veguherîna bajarî jî HDP’e ziyaret kirin. Ev heyeta jî ji bo têkoşîna li dijî veguherîna bajarî piştgirî xwest.