Belçîka: Komek ji çeteyan ji bo komkujiyê bike di ser Tirkiyeyê re hatiye Ewropayê

Rayedarên Belçîkî îdîa kirin, çeteyên DAIŞ'ê ji bo li Ewropayê komkujiyê bikin komek ji endamên xwe di ser Tirkiyeyê re şandine Ewropayê.

Rayedarên Belçîkî îdîa kirin, çeteyên DAIŞ'ê ji bo li Ewropayê komkujiyê bikin komek ji endamên xwe di ser Tirkiyeyê re şandine Ewropayê.

Li gorî nûçeya rojnameya La Derniere Heure, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji Navenda Krîzê ya Belçîkayê, rayedarên îstîxbarata Belçîkayê agahiya 'DAIŞ plana êrîşê dike' ji polîsan re ragihandine. 

Li gorî vê yekê, komek ji çeteyên DAIŞ'ê di destpêka vê mehê de ji Sûriyeyê bi rê ketiye û plan dike li Belçîka û Fransayê komkujiyê bike.

Di vê peyama hişyariyê de hat ragihandin, ev koma çete di ser Tirkiyeyê re bi botê derbasî Yewnanîstanê bûye û pêkan e bi awayekî du koman li Belçîka û Fransayê êrîş bike.

Hat îdîakirin di destê vê komê de çekên di êrîşan de bi kar bîne hene, û 'her gavê' dikare êrîş bike.

Li Fransayê piştî komkujiya Charlîe Hebdo ya 7'ê Çileyê, di 13'ê Mijdarê de li Parîsê 130 kes di 6 êrîşan de hatibûn qetilkirin.

Li Belçîkayê jî di êrîşên xwekujî yên 22'ê Adarê yê li balafirgeh û metroyê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.